Nûçe gîhanê li Sûrê nûçe dişopand hat girtin

Xebatkarê Azadiya Welat Denîz Babîr ê dema li Sûrê nûçe dişopand hatibû binçavkirin, hate girtin.

 Xebatkarê Azadiya Welat Denîz Babîr ê dema li Sûrê nûçe dişopand hatibû binçavkirin, hate girtin. 

Li navçeya Sûr a Amedê di 11'ê kanûnê de 5 xebatkarên çapemeniya azad dema nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Xebatkarên kovara Ozgur Halkê Pinar Sagnac û Savaş Aslan piştî karên li emniyetê serbest hatibûn berdan. Xebatkarên Azadiya Welat Ferît Dere, Elîfcan Alkan û Denîz Babîr jî îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. 

Li dozgeriyê, Elîfcan Alkan bi şertê "kontrola edlî" serbest hate berdan, Ferît Dere û Denîz Babîr jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê Ferît Dede bi şertê "kontrola edlî" serbest hate berdan Denîz Babîr jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin.

Babîr şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.