Gelê Cizîrê li dijî êrîşan di berxwedanê de ne

Gelê Cizîrê li hember qedexeya kolanan û qetlîaman berxwedana xwe didomîne. Gel li taxan dest bi meşê kir. Bi hezaran kesên ku herikîn kolanan, li tevahî taxan agir pêxistin, li êrîşên dibe ku pêk werin dest bi nobetê kirin.

Gelê Cizîrê li hember qedexeya kolanan û qetlîaman berxwedana xwe didomîne. Gel li taxan dest bi meşê kir. Bi hezaran kesên ku herikîn kolanan, li tevahî taxan agir pêxistin, li êrîşên dibe ku pêk werin dest bi nobetê kirin.

Bi hezaran kesên kul i dijî qedexeyên kolanan û êrîşan berxwedana xwe domandin li navçeya Cizîr a Şirnexê derketin kolanan û dest bi meşê kirin. Girseya ku li Taxên Cûdî û Nûrê bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin, li tevahî taxan bi def û zirneyan digere. Ji aliyê hezaran ve dirûşmeyên “Ji Cizîrê hezar silav li Îmraliyê”, “Terorîst TC ji Kurdistanê bi ceheme”, “Cizîr goristan ji bo faşîstan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Qatil AKP” hatin qîrkirin, li kolanan agir hatin pêxistin.

Li taxên Cûdî, Sûr, Yafes û Dîcle dengê stranên Kurdî bilind dibin, li kolanan fîşekên hewayî tên avêtin, li hember êrîşên ku dibe pêk werin nobetê destpê kir.

Her wiha bi îlankirina qedexeya li Cizîrê ya bi rojan e sewqiyata leşkerî lê tê kirin, sewqiyata tîmên taybet ên artêşa Tirk li navçeyê berdewam kir.

Hate diyarkirin ku wê cerdevan jî tevlî operasyonên li dijî navçeya Cizîrê bibin. Lê, cerdevanên li navçeyê ji tevna civakî daxuyaniya, “Em li dijî gelê xwe çekan bikar naynin. Em ê tevlî operasyonê nebin” hat dayîn.

Hat ragihandin ku wê cerdevanên bajarokên Kûmçati , Katîk ên girêdayî Şirnexê, bajarokê Şenoba yê girêdayî Qilebanê, Elkê û bajarokên wê tevlî êrîşên li Cizîrê bibin. 

Hate diyarkirin ku cerdevanên ji herêmê kom kirine, li Fermandariya Çîmen a Şirnexê tên girtin.