Nejat Agirnasli hat oxirkirin: We mirovatî rizgar kir
Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîmê de Bav Agirnasli ji şervanan re got: “We mirovatî rizgar kir.”
Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîmê de Bav Agirnasli ji şervanan re got: “We mirovatî rizgar kir.”
Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîmê de Bav Agirnasli ji şervanan re got: “We mirovatî rizgar kir.”
Cenazeyê şoreşgerê enternasyonalîst û şervanê YPG'ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ku par di pêngava rizgarkirina Girê Miştenûr de jiyana xwe ji dest dabû û hefteyek berê malbata wî hatibû Kobanê û ew teşhîs kiribû, bi meşek û merasîmeke girseyî hate oxirkirin. Cenaze li Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê dihat sekinandin û di seatên nîvro de gelek kes hatin saziyê.
DAYIK Û BAVÊ PARAMAZ JÎ TEVLÎ BÛN
Di nava wan de gelek nûnerên rêxistinên sivîl, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen û hezaran kes, darbesta Agirnasli ya bi ala YPG’ê hatibû pêçan li wesayîta cenazeyê siwar kir û ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve meşiyan. Şervanên Tabûra TÎKKO, MLKP’ê, Biryargeha Şoreşger, Tabura Enternasyonalîst a Kobanê û gelek kes beşdarî meşê bûn. Her wiha di meşê de alên MLKP’ê, YPG, YPJ’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Agirnasli hatin rakirin. Di meşê de dayik Nûran Agirnasli û bav Hîkmet Acûn jî bi wêneyê kurê xwe meşiyan.
Di rêya meşê de, esnafan dikanên xwe girt û tevlî meşê bûn, her wiha kesên derdor jî bi nîşaneya serketinê diketin rêzgirtinê. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Namir e namir e şehîd Paramaz namir e” hatin berzkirin.
'PARAMAZ SEMBOLA BIRATIYA GELAN E'
Piştî meşa bi seatan, li Goristana Şehîd Dîcle merasîma cenazeyê ya leşkerî hate lidarxistin. Di merasîmê de destpêkê Fermandara YPJ’ê Rengîn Rênas axivî û got: “Rêheval Paramaz sembola biratiya gelan e, sembola daxwaza pêkanîna şervantiya enternasyonalîstiyê ye.”
Piştre li ser navê Biryargeha Şoreşger, Tabura Enternasyonalîst, TÎKKO, MLKP’ê her yekî axaftinek kirin û soza ji bo hêvî, armanc û xeyala Paramaz bi cih bînin wê têkoşîn û şoreşgeriya enternosyalîstî bilindtir bikin, dan.
BAV ACÛN: EZ DILÊ NEJAT DATÎNIM SER DILÊN WE
Piştre ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ve wesîqeya malbata şehîdan dane dayik û bavê Paramaz. Di merasîmê de bav Hîkmet Acûn, berê xwe dan şervanan û wiha axivî: “Hey şervanên bi rûmet, Kobanê deriyê avakirina rûmeta dîrokê ye, baş e ku hûn ketin deriyê dîroka rûmetê, baş e we Kobanê, vê axa pîroz azad kir. Ez dilê Nejat datînim ser dilên we. Nejat ji bo bibe qîrînek, ji bo bibe hêviyek hat Kobanê. We deriyê Rojava ji me re vekir, we me qebûl kir, Rojava mala me ye, em êdî yên Rojava ne, em in paşeroj, em in mirovahî, we mirovahiyê rizgar kir.”
‘EZ PARAMAZ EMANETÎ WE DIKIM’
Piştre dayik Nûran Agirnasli jî ku pir histiyar bû, wiha got: “Paramaz, her tim rêyek wiha dixwest. Ew gihişt xwesteka xwe. Ez Paramaz emanetî we dikim. Hûn her hebin.” Piştre dayik Nûran Agirnasli, sirûda “Rabe êdî ji xewê êdî rab e” got.
Pişti axaftinan cenazeya Agirnasli, bi stranên şoreşgerî û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate defnkirin.
Dema merasîm bi dawî bû, dayik û bavê Agirnasli, ji axa li ser gora kurê xwe hildan û bi xwe re birin.