Êrîş li Kerboranê didomin

Li Kerboranê leşker û tîmên taybet trafoyên elektrîkê hedef girtin, di encama gulebaranê de elektrîka beşek mezin a navçeyê qut bû.

Li Kerboranê leşker û tîmên taybet trafoyên elektrîkê hedef girtin, di encama gulebaranê de elektrîka beşek mezin a navçeyê qut bû. Gelê li navçeyê li hember êrîşan berxwedana xwe didomîne, malek hat şewitandin û ket rewşa ku êdî nayê bikaranîn. 

Terora dewletê ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê didome. Leşker û tîmên taybet trafoyên elektrîkê hedef girtin û di encama gulebaranê de elektrîka beşek mezin a navçeyê hat qutkirin. Li taxa Safa ya êrîşên dijwar lê rû dide jî, gel berxwedana xwe didomîne û kolanan naterikîne. 

Cerdevanên ku li girên Qereqola Jendermeyan a navçeyê bicihbûne, taxan didin ber guleyan, di encama êrîşan de malek agir pê ket û şewitî. 

Taxa ku dengên çekan û teqînan hê didome, dûmana reş lê bilind dibe.

Li gor agahiyên hatin girtin, mamosta bi wesayîtên zirxî ji navçeyê tên derxistin.