DBP: Bê navber çalakî bên domandin

DBP’ê destnîşan kir ku AKP’ê konsepta şer derbasî mertebeyek nû kiriye û wiha got: “Divê rêxistinên me yên Bajar-Navçe-Bajarok, bê ku li mezinbûna çalakiyan binêrin, çi çalakiyên dikarin pêk bînin li dar bixin."


DBP’ê destnîşan kir ku AKP’ê konsepta şer derbasî mertebeyek nû kiriye û wiha got: “Divê rêxistinên me yên Bajar-Navçe-Bajarok, bê ku li mezinbûna çalakiyan binêrin, çi çalakiyên dikarin pêk bînin li dar bixin, lê divê planlamayên çalakiyên demokratîk ên bê navber bi lezgînî bikevin meriyetê.”

Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê, ji bo tevahî rêxistinên xwe tamîmek şand, li hember konsepta şer a hikûmeta AKP’ê banga çalakiyên bêdem kir.

Di tamîma DBP’ê de wiha hat gotin: “Wek tê zanîn hikûmeta AKP’ê ji 7’ê Hezîranê ve bi konsepta şer a bi sîstematîk li hember gelê Kurd daye despêkirin, derbasî mertebeyek nû kiriye. Ji despêkê ve li navçeyên Sûr, Nisêbîn, Kerboran,Cizîr, Silopiya, Îdilê, li hemû herêman rêveberiya awerte pêk tînin û welat xistiye nava tarîtiyê.

Li hember pêkanînên dewleta AKP ya înkarker û rêveberiyên awarte ya bi sîstematîk û tinekirinê, ji despêkê rêxistinên têkildarî me, çalakiyên demokratîk ên bi plan, ên bê navber û bi disiplîn, demildest bikeve nava tevgerê.

Divê rêxistinên me yên Bajar-Navçe-Bajarok, bê ku li mezinbûna çalakiyan binêrin, çi çalakiyên dikarin pêk bînin li dar bixin, lê divê planlamayên çalakiyên demokratîk ên bê navber bi lezgînî bikevin meriyetê, li hember van qetlîamana li herêma xwe divê seknek bê raberkirin.”

Tamîma DBP’ê wiha bi dawî bû: “Rêxistinên me yên, Navçe, Bajar, Bajarok divê bizanibin ku em di rojên krîtîk û dîrokî yên wê pêşeroja gelê Kurd bi çalakiyên demokratîk diyar bibin re derbas dibin, pêwîst e hê zêdetir bi berpirsiyarî û bi seknek topyekun ve rola xwe bilîzin, rê nedin qetlîaman.”