YDG-H li dijî êrîşan banga serferberiya topyekun kir

YDG-H destnîşan kir ku êrîşên hikûmeta AKP’ê ya faşîst ên li dijî qadên xwerêveberiyê ji 14’ê Kanûnê ve derbasî merheleyek nû bûye, li dijî êrîşên çeteyan ên topyekûn banga seferbertiya topyekun li tevahî ciwanên Kurdistanê kir.

Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H) destnîşan kir ku êrîşên hikûmeta AKP’ê ya faşîst ên li dijî qadên xwerêveberiyê yên gelê Kurd ji 14’ê Kanûnê 2015’an ve derbasî merheleyek nû bûye. YDG-H diyar kir ku êrîşên hewayî û bejahî yên kontrgerîla û çeteyan ên li navçeya Sûrê ya Amedê ku di pêvajoyê şerê topyekun de tê dîtin, îro jî didomin. YDG-H wiha got: “Çeteyên nikarin li taxan pêş de biçin, bi şewitandina malan ve hewl didin pêş  biçin. Çeteyên ku rastî berxwedana topyekun a gelê Sûrê ya ku di pêşengiya YDG-H li ber xwe dide hat, tevahî êrîş û hewldanên wan ên ketina taxa vala hatiye derxistin.”

EM DIKARIN BAJARÊN XWE BIPARÊZIN

YDG-H bal kişand ku çete li navçeyên Cizîr û Silopiyayê jî bi piştgiriya artêşa Tirk, amadekariyên şerekî mezin dimeşînin, wiha domand: “Bila tevahî gelê Kurdistan û dostên wê bizanibin ku hewldanên ketina qadên me yên bi van cure êrîşana ve hewldanên vala ne. Em di serî de artêşa Tirk hişyar dikin, me heta niha Hêzên Çekdarî yên Tirk yên dibêjin ku artêşeke mîlî ne, bi ti awayî hedef negirtiye û me diyar kir ku em nakin hedef jî. Saziyek li ser destûra bingehîn ji bo parastin û ewlehiya civaka tevahî Tirkiyeyê bikeve bajaran, ev hewldanek dagirkirina leşkerî ye û wê li hember vê jî bertekên me hişk bin. Pêwîst e artêşa Tirk bi ti şêwazî nebe amûrê siyaseta şerê qirêj ê AKP’ê, divê xwe li dijî gel bi cih neke.

Bila her kes bizanibe ku em xwedî wê hêzêne ku em dikarin gelê xwe yên Cizîr û Silopiya yên leheng û bajarên xwe biparêzin. Asta şîdetê çi dibe bila bibe, wê ti kes nikaribe bi zorê îradeya gelê me bişkîne û bi zorê bikeve ti deran. Çeteyên hewldanên wiha jî raber bikin wê bi astengiya gelê me re rû bi rû werin û wê ti carî negihêjin armancên xwe.”

EM HER TAX Û KOLANÎ VEGUHERÎNIN QADA BERXWEDANÊ

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li hember êrîşên çeteyan ên topyekun, em banga serbertiya topyekun li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin. Pêvajoya avakirina xwerêveberiyên me, di serî de Cizîr û Silopiya bi parastina bajarên xwe ji 14’ê Kanûnê ve derbasî merheleyek nû bûye. Ji niha û şûn de divê ciwanên Kurd saziyên perwerdeyê yên ku sîstemê ji Cizîrê û Silopiyayê ji holê rakiriye, li seranserî Kurdistanê boykot bike û derbasî berxwedanê bibe. Pêwîst e her tax û her kolanî veguherîne qasa berxwedanê.”