Li Farqînê teqîn: 3 polîs mirin/HAT NÛKIRIN
Li gor agahiyên destpêkê, 3 polîs mirin, 2 polîs jî birindar bûn.
Li gor agahiyên destpêkê, 3 polîs mirin, 2 polîs jî birindar bûn.
Dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya zirxî ya li ser rêya Farqîn-Amedê, teqîn pêk hat. Piştî teqînê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê.
Li gor agahiyên destpêkê, 3 polîs mirin, 2 polîs jî birîndar bûn.
Dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya zirxî ya li ser rêya Farqîn-Amedê, teqîn pêk hat.
Di encama teqîna dijwar a li nêzî Taxa Oguzlar, hate diyarkirin ku wesayîta leşkerî noqî erdê bûye, ji Amed, Farqîn û Taxa Bagdere gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Li gor agahiyên destpêkê yên ji herêmê hatin girtin, 3 polîs mirin, 2 polîs jî birindar bûn.
Piştî teqînê, li navenda Farqînê gelek wesayîtên zirxî yên Ûral, Kobra û Akrep ketin nav tevgerê. Polîsan Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dorpêç kirin.
Hate aşkerakirin ku yek ji polîsên mirî, midûrê şaxê yê li Şaxa Tîmên Taybet ê Emniyetê wezîfedar ê ku demek kurt ji Enqereyê şandine Amedê ye.