Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Kurdistaniyên li Elmanya, Fransa, Îngilîstan, Îtalya û Awûstûryayê beşdarî çalakiyên protestoyî bûn, dewleta Tirk şermezar kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 16 berfanbarê 2015, 07:10
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Kurdistaniyên li Elmanya, Fransa, Îngilîstan, Îtalya û Awûstûryayê beşdarî çalakiyên protestoyî bûn, dewleta Tirk şermezar kirin.
KOLN: Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Kolnê dijîn, li ser banga NAV-DEM'ê li ber Konsolosxaneya Tirk a li Hurthe mîtîngek lidar xistin. Kurdistaniyên gelekî bi hêrs bûn, dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujerê zarokan Erdogan" qîriyan. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku heta terora dewletê dewam bike, ew jî çalakiyên xwe bidomînin.
FREÎBÛRG: Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, êrîşên faşîst ên hikûmeta AKP'ê yên li Kurdistanê bi taybetî jî li Amed û Cizîrê, bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Ji bo silavkirina berxwedana gelê Kurd bi sedan kes li Meydana Kongrad Adenaûer civiyan û ji vê derê ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
MAÎNZ: Li bajarê Maînzê, li ber Konsolosxaneya Tirk a li Maînzê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi qasî 150 kes beşdar bûn de, girseya gel çelengek reş danîn ber konsoloxaneya Tirkikyeyê.
DORTMÛND: Li bajarê Dortmûndê bi beşdariya bi sedan kesî li ber HBF mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li mîtîngê de xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin û hat gotin, "Weke Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, em ê li cem gelê Kurdistanê yê li ber xwe didin be." Qisekeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîd û komkujiyan banga çalakiyan kirin. Piştî mîtîngê, bi pêşengiya jinan li HBF'ê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Her wiha ji bo mîtînga îro saet di 15:00 a li ber Konsolosxaneya Tirk a li Essenê jî banga tevlîbûnê hat kirin.
BONN: Meclîsa Jinê ya Sara ya li BOnnê jî, li balafirgeha Koln-Bonnê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xist. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Sûr, Cizîr, Amed, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê" hatin qîrîn.
GRAZ: Li bajarê Awûstûrya Grazê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng saet di 17:00 de li Grîesplatzê destpê kir. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak di axaftina xwe ya li vir de bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir ku bêdeng nemînin û xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê derkevin. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan jî bang li raya giştî ya Ewropa û cîhanê kir, ku li dijî pêkanînên faşîst ên rejîma AKP'ê derkevin. Di çalakiyê de endamên Partiya Çep a Awûstûrya jî amade bûn.
LONDON: Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, bi sedan şoreşger, demokrat û Kurdistanî li Meydana Trafalgar Sqûare civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin. Piştî xwepêşandanê çaakgeran stasyona trenê ya Leîceter Sqûare dagir kirin.
TORÎNO: Li bajarê Îtalya Torîno, bi çalakiyekê re êrîşên dewleta Tirk hatin şermrezarkirin. Çalakiya li ber avahiya Televîzyona Raî, ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de gelek Îtalyanên dostê Kurdan amade bûn. Çalakgeran bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", dewleta Tirk şermezar kirin.
VANNES: Li bajarê Fransa Vannesê jî terora dewleta Tirk bi awayekî girseyî hat protestokirin. Di çalakiya li ber stasyona trenê de, hat destnîşankirin, ku zîhniyeta AKP-DAIŞ'ê ya li Kobanê têk çû, wê li Bakurê Kurdistanê jî têk biçe. Êrîşên dewleta Tirk wê li bajarên Fransa Rennes, Nantes, Lorîent, St. Brîeûc û Pontîvy bên şermezarkirin.