Li pêşiya PE’yê çalakiya protestoyê

Meclisa Jinan a Berîtan a li paytexta Bruksel ya Belçîkayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê îro li pêşiya avahiya PE’yê çalakî li dar xist.

Meclisa Jinan a Berîtan a li paytexta Bruksel ya Belçîkayê, ji bo şermezarkirina  êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê  îro li pêşiya avahiya PE’yê çalakî li dar xist.

Kurdistaniyên li pêşiya deriyê Parlamentoya Ewropa (PE) çalakiya rûniştinê pêk anîn, bêdengbûna dewletên Ewropa ya li hember qetlîamên li Kurdistanê şermezar kir. Kurdistaniyan tevî destwerdana polîsan jî di çalakiya xwe de bi israr bûn, xwestin bi berpirsiyarên parlamentoyê re hevdîtinê pêk bînin. Di çalakiyê de dirûşmên “ Faşîst Erdogan", "Ewropa, li hember qetlîama Kurdan bêdeng nemîne” qîr kirin.

Piştre ji ber destwerdana polîsan, tevlîhevî derket. Çalakvanan, nêzîkatiya polîsan û destdanîna ser nasnameyan jî protesto kirin, di berxwedana xwe de israr kirin. Piştre berpirsiyarên parlamentoyê bi çalakvanan re hevdîtin pêk anîn, guh dan daxwazên wan û ji bo hevdîtinek hê baştir li hev kirin. Çalakavanên ku bi berpirsiyaran re hevdîtin pêk anîn xwestin ku, dewletên Ewropa ji bo dawî li êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bîne, bikeve nava tevgerê.

...