Amedî bi biryar in: Em ê berxwedanê bidomînin

Piştî civîna komê ya li şaredariyê hat lidarxistin, bi sedan kes ber bi Qada Dagkapi meşiyan.

Amedî piştî civîna komê ya HDP’ê ber bi Qada Dagkapi ve meşiyan. Piştî çalakiya ku peyama domandina berxwedanê hat dayîn, polîsan êrîşî girseyê kirin.

Ji bo balkişandina ser dorpêç û qetlîama dewletê ya li ser navçeya Sûrê, HDP’ê Civîna xwe ya Koma Meclîsê li Amedê li dar xist.

Piştî civîna komê ya li şaredariyê hat lidarxistin, bi sedan kes ber bi Qada Dagkapi meşiyan.

Li Qada Dagkapi, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Alî Şîmşek axivî, wiha got: “Îro li Amedê rojên dîrokî tên jiyîn. Me ti carî van qetlîamên li ser gelê xwe qebûl nekir û em qebûl jî nakin. Gelê Sûrê jî îro wek gelê Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê li ber xwe dide. Berxwedan jiyan e.”

 ‘BERXWEDANA ME WÊ BÊ NAVBER BIDOME’

Şîmşek qetilkirina Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (19) bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Ev berxwedana me ya di pêşengiya ciwanên me de pêş dikeve wê bê navber bidome. Tiştê dikare van êrîşên hov bisekinîne tenê berxwedan e.

Heta ku li ser vê axê aştî serwer bibe wê berxwedana me bidome.

Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî wiha axivî: “Em bi mehan e êşên polîtîkaya şer a li Kurdistanê dikşînin. Hê îro me 2 hevalê xwe yê ciwan defn kir. Ji bom e jiyanek demokratîk a pirdengî ji bo gelan xwest, me bi qetlîaman û cezayên girtîgehan ên hetahetayî ezmûn kirin. Lê, ne dereng e, ev dorpêç bê rakirin wê kendalê di navber de kûrtir nebe.”

Girseya piştî daxuyaniyê derbasî meşê bû, li nêzî Stada Amedê ya kevn rastî êrîşa polîsan hat.

...