Yuksekdag: Eger em li ber xwe nedin, em ê di nav tarîtiyê de bifetisin!

Yuksekdag di civîna koma xwe ya li Amedê de axivî. Li hember polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê yên AKP’ê bertek nîşan da. Ji rayedarên hikûmetê re wiha got: “We li ser vê axê rewatiya xwe winda kiriye.”

Yuksekdag di civîna koma xwe ya li Amedê de axivî. Li hember polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê yên AKP’ê bertek nîşan da. Ji rayedarên hikûmetê re wiha got: “We li ser vê axê rewatiya xwe winda kiriye.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Amedê di komcivîna partiya xwe de axivî û bal kişand ser rewşa awarte ya li Kurdistanê. Yuksekdag, diyar kir ku bi xwerêveberiyê forma jiyana nû tê avakirin û wiha got "Eger em dixwazin demokrasî û azadî bi ser keve, ne ew ê bidin me, em ê bigirin. Ji bo demokrasiyê em ê di çeperên xwe de li ber xwe bidin." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser êrîş, qedexe û dorpêça li Kurdistanê, komcivîna partiya xwe ya vê hefteyê li Salona Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê pêk anî û pêşketinên dawî nirxand. Di komcivînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî. 
Yuksekdag di destpêka axaftina xwe de Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (19) ên duh li Amedê ji aliyê tîmen taybet ve hatin qetilkirin, bi bîr anî û wiha got: "Eger duh li kolanên Amedê zilmek mezin nehata jiyîn wê her du ciwanên me Şerdil û Şiyar îro li vê derê bûna, wê her du hevalên me her tim bi me re bin û di navenda siyaseta me de cihên xwe bigirin.”

'DÎROK Û ÇANDA ME HEDEF DIGIRIN'

Yuksekdag diyar kir ku ji bo ew balê bikişînin ser êrîşên hovane yên li ser dîrok û çanda Sûr a Amedê, ev du roj in li Amedê ne û wiha bal kişand ser êrîşa hêzên dewletê ya li ser meşa wan: “Duh ji bo em balê bikişînin ser êrîşên wan, me xwest em meşekê li dar bixin. Walîtiya Amedê demildest got 'ev meş ne qanûnî ye.' Nûnerê partiya siyasî ya qesra AKP’ê ku ji qanûnan fêm nake, behsa qanûnan ji me re dike. Em hemû kesên ku daketin qadê, bûn hedef. Bi mehan e, desthilatiya siyasî qanûnên ku gel diparêze pêk nayne û her wiha bi xwe binpê dike. Hêzên ku girêdayî dewletê ne û yên ku ne girêdayî dewletê ne, li van kolanan qetlîaman pêk tînin. Dîrok û çanda me tên hedefgirtin. Van hemû hovîtiyên di nava çend mehan de pêk hatin, li gor kîjan qanûnê pêk tê? Zilma ku li ser vê axê tê meşandin êdî ne bi qanûn, bi ti tiştî em nikarin îzah bikin.”

'EM LI HEMBER WEHŞETÊ BÊDENG NAMÎNİN'

Yuksekdag bi bîr xist ku bi mehan e li vê erdnîgariyê, li ser bajaran qedexebûyîn hatiye îlankirin û li ser gel mirinê didin ferzkirin û wiha dom kir: “Em li hember vê zilm, wehşet û tundiye bêdeng nebûn û em ê nebin jî. Divê êdî zêdetir ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Em carek din li hember van zilman dîsa dibejin aştî. Duh jî ev her du ciwan û gelê me jî ji bo vê yekê derketin kolanan. Çi dibe bila bibe wê nikaribin dengê me yê bilind qut bikin. Li ser vê erdnîgariyê, li ser gelê me pêkanînên taybet tên meşandin. Rewşa awarte îlan kirin e, dibêjin ‘na’! Em dibêjin ‘we welat kiriye parçe’, dibêjin ‘na’! Em dibêjin, ‘hûn qanûnên taybet li ser gel dimêşînin’, dibêjin ‘na’! Lê, îro nikarin vê rewşa awarte ya dane destpêkirin îzah bikin. Ji ber ku em vê rastiyê vedibêjin, tevî alîgirên wan tên û me lînç jî dikin. Em carek din dibêjin li vê derê dewleta komara Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd hiqûqa taybet daye avakirin û şerê taybet dide meşandin. Eger civaka Tirkiyeyê li hember vê yekê çav û guhên xwe bigire wê her kes winda bike. Hûn çiqasî ji vê rastiyê birevin jî wê rojek ev rastî bê û li we vegere. Divê êdî dawî li şerê taybet bînin.”

'EM Ê DI ÇEPERAN DE TÊBIKOŞIN'

Yuksekdag bal kişand ser sedema şerê li hember gel hatiye destpêkirin û ev tişt got: “Êdî ev gel li dijî desthilatdariya yekperestî dibêje, ‘demokrasiya pirengî’. Li Tirkiyeyê bernameyên rêveberiyê dane pêşiya me. Bi israr dixwazin rejîma yekperestî li ser me ferz bikin. Li hember vê yekperêstiyê, em bernameya demokrasiyê didin pêşiya gel. Me bernameyek jiyana nû ava kir. Di nav vê bernameyê de ji bo desthilatdariya hin kesan tevgerandin tineye. Tenê gel heye û ew dikare xwe bi rê ve bibe. Îro fikra xwerêveberiyê dikeve pratîkê. Jiyana nû ya li Rojava hat dîtin, li Kobanê hat jiyîn û wê ev bername li vê derê jî bê jiyîn. Em ê ji bo mafên xwe yên ku nedane me, ji bo bistînin di çeparan de têbikoşin. Gel li dijî tarîtiya Tirkiyeyê ji bo ronahiyê têdikoşe û em vê yekê silav dikin.”

'DAWIYA DESTHILATDARIYA AKP'Ê WÊ WEK YA HÎTLER BE'

Yuksekdag got ku ew di rewşek pir girîng re derbas dibin û wiha pê de çû: “Gelo desthilata siyasî çi dike? Ger hûn bên Amedê hûn ê bibînin bê ka çi dikin. Roja ku em hatin Amedê û me xwest bi meşê çalakiyen xwe bînin ziman, di heman rojê de li 5 navçeyan qedexeya kolanan hat îlankirin. Li cihên ku berxwedan lê hene, her diçe dewlet jî tundiya xwe ya li vê derê zêde dike û bi vi awayekî dixwaze hêza xwe nîşanî me bide. Ev desthilatdarî di nava xwe xapandinek mezin de ye. Van ji dîrokê jî ders negirtine. Hîtler di dema xwe ya herî bi hêz de hewl dida serdestê hemû Ewropayê bike têk çû. Wê dawiya desthilatdariya AKP’ê jî ev be. Davûtoglu dibêje ‘Me mal bi mal, tax bi tax operasyonek mezin daye destpêkirin’. Davûtoglû li wan malan mirov hene! Bi operasyonan paqijkirina mirovan ji xwe re kirine armanc. Desthilatdariyên berê jî digotin em operasyonên mezin didin destpêkirin. Lê niha li hember van operasyonan sifirek mezin heye. Lê, ev desthilatdariya ji vê yekê ders dernexistiye.”

'200 HEZAR KES BI ZORÊ HATIN KOÇBERKIRIN'

Yuksekdag encama şerê di nava çend mehan de ku pêk hatiye wiha aşkera kir: “Di qetlîamên girseyî de 390 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 675 kes hatin qetilkirin. Dîsa di vê pêvajoyê de 83 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Li cem vê, di vî şerî de 200 hezar mirov bi zorê hatin koçkirin. Ev encam piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê derketiye holê.” 

'RÊBAZA EM HERÎ BAŞ DIZANIN BERXWEDAN E'

Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir û got tinê vebijêrek wan heye, ew jî berxwedan e û ew tişt got: “Rêbaza ku em herî baş dizanin jî ev yek e. Êdî ji bo me ev vebijêrka bi rûmet e. Hûn li Başûr û Bakur şerekî mezin didin destpêkirin. Ji bo hûn hêza xwe nîşan bidin hûn amedekariya vê yekê dikin gelo? Em îro li Amedê ne, lê divê bajarên Tirkiyeyê jî dengê me bibihîze. Ev li hember Kurdan tenê nayê kirin. Amedekariyek mezin a şer tê kirin. Wê bandorê li ser hemû civaka Tirkiyeyê jî bike. Bi tfaqên qirêj pêşeroja gelê Tirkiyeyê ji bo tarî bike, projeyek siyasî xistiye meriyetê. Divê li dijî vî şerê qirêj em mil bidin hev."