Li hemberî qadên gerîla êrîşa bi obus û hawanan

Artêşa Tirk obus û hawan avêt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li qadên herî her wiha balafirên şer û keşfê geriyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 14'ê Kanûnê saet di navbera 19:00-21:00 de qereqola Erîş a li sînorê herêma Zapê; girê Xeregol, saet di navbera 20:00-21:00 de qereqola Bilcanê; Dola Şifreza û girê Guvenlîk bi obus û hawanan bombe kir.

14'ê Kanûnê saet di navbera 14:00-14:30 de artêşa Tirk a li derdora qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê bi cih bû, obus û hawan avêti Girê Nêriya.

14'ê Kanûnê saet di navbera 21:30-22:00 de qereqola Elemûn a li sînorê herêma Metîna qada Şehîd Dilber a herêma Derarê bi obus û hawanan bombe kir."

HPG'ê li ser tevgera balafirên şer û keşfê jî agahî da û got, "14'ê Kanûnê saet di navbera 18:00-19:00 de li herêma Metîna, 15'ê Kanûnê  (îro) saet di navbera 01:0002:00 de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin. Her wiha roja 14'ê Kanûnê saet di navbera 10:30-11:00 de balafirên şer li ser herêma Zapê geriyan."

HPG'ê diyar kir ku di sibeha 14'ê Kanûnê de artêşa Tirk ji navenda Amedê ji bejahî û hewayî ve leşker veguhast navenda Lice û qereqola Korxê ya Lice.