Endamê YCR’ê Egîd Hesekê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Endamê YCR’ê Egîd Hesekê, li Goristana Şehîd Dijwar hat definkirin. Di axaftinên merasîmê de, hevkariya AKP’e û DAIŞ’ê hat ziman, peyama “Em ê Şoreşa Rojava mezintir bikin. Şervanên Rojava jî zêdetir bikin” hat dayîn.
ANF
HESEKÊ
sêşem, 15 berfanbarê 2015, 13:38
Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Egîd Hesekê ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Gundê Davûdiye ya Hesekê hat defnkirin. Malbatên Serokê Konseya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Konseya Karên Olîs Şêx Mehemed El Qadrî, li ser navê YCR’ê Rûbar Qamişlo, TEV-DEM, PYD, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.
‘MEJIYÊ QETLÎAMAN YEK IN; AKP Û DAIŞ!’
Serokê Konseya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo di merasîmê de axivî, wiha got:
“Em şehîdên Sanadît, Asûrî, Til Temir û tevahî Rojava bi bîr tînin. Em bi dijminekî ku nirxên me, axa me ya bi salan e dê û bavên me lê dijîn dagir kiriye re têdikoşin. Em bi armanca azadkirina van axên ku em wek esîran lê dijîn têdikoşin. Û cihên ku me azad kirine hene. Ji ber vê jî dijmin nasekine.
Mejiyê qetlîamên Enqere, Amed, Pirsûs, Til Temir pêk aniye heman ode ye! Talîmat ji heman cihî tê. Hevkariya AKP’e û DAIŞ’ê ev kiriye. Erdogan û selefî hevkariyê dikin. Her wiha Tirkiye, Qatar û Siûdî Erebîstan, komên ku Serêkaniyê dagir kirin tîne cem hev. Li kolanên Serêkaniyê hê jî navên van rêxistinên terorî nivîsandîne. Me ev ji bîr nekirin e.”
Serokê Konseya Karên Olî Şêx Mehemed El Qadrî jî wiha got: “Kesên ku ji bo gelê xwe di berxwedanê de jiyana xwe ji dest didin, şehîd in.”
‘EM Ê HEJMARA ŞERVANÊN XWE ZÊDE BIKIN’
Li ser navê YCR’ê Rûbar Qamişlo axivî, wiha got: “Em soz didin şehîdan; em ê Şoreşa Rojava mezintir bikin. Em ê hejmara şervanên Rojava zêdetir bikin. Tabûrên xwe mezintir bikin. Bi vî şiklî jî tola şehîdên xwe hilînin. Dîsa em wek ciwanan, em ê Şoreşa Rojava heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.”
Merasîm bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.