Encu: Li Sîlopiyayê sewqiyatê dikin!
Piştî “qedexeya kolanan” a duh êvarî li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat îlankirin, hêzên dewletê dibistanên li bajar veguherandin qişlayan, dest bi sewqiyata leşkerî kir.

Hêzên dewletê pêkanînên talankirinê li Silopiyayê didin meşandin, li dibistanan sewqiyata leşkerî pêk tînin. Parlementerê HDP’ê Encu diyar kir ku tîmin taybet êrîşî gel dike, gel jî berxwedanê didomîne. Bal kişand ku wê dorpêç jî demek dirêj bidome.
Piştî “qedexeya kolanan” a duh êvarî li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat îlankirin, hêzên dewletê dibistanên li bajar veguherandin qişlayan, dest bi sewqiyata leşkerî kir.
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, têkildarî rewşa dawî agahî da ANF’eyê.
‘ TIMÊN TAYBET ÊRÎŞÎ GEL Û CIHÊN KAR DIKIN’
Encu destnîşan kir ku timên taybet êrîşî gelê sivîl ê li kolanan dike. Encu wiha got: “ Di saetên danê sibehê de, cadeya giştî ne di nav de, li taxên din jiyan wek her rojên din didome. Lê, tîmên taybet, bi bombeyên gazê êrîşî dikanên welatiyan kirin. Li taxan trafo hatin hedefgirtin. Niha gel di nava tarîtiyê de hatiye hiştin. Li Silopiyayê tîmên taybet bi pêkanînên dijminane diçin ser gel. Li ser avahiya nexweşxaneyan, sekvan hatine bicihkirin. Welatî jî, ji bo nebin hedefa sekvanan tedbîrên xwe digirin.”
‘ALAVÊN LEŞKERÎ LI DIBISTANAN KOM DIKIN’
Encu diyar kir ku li Silopiyayê tîmên taybet li dibistanan hatine bicihkirin, sewqîyatan pêk tînin. Encu wiha got: “Tîmên taybet ên şandine Silopyayê, dibistanan dagir dikin û niha alavên leşkerî kom dikin. Wiha xuya dike ku dorpêç wê demek dirêj bidome. Gelê me jî ji saetên şevê ve çalakiyên dengderxistinê hê jî didomîne.”