KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Oral sewqî Mêrdînê hate kirin
Cenazeyê Oral ê ku li Kerboranê ji aliyê polîsan hat qetilkirin sewqî Mêrdînê hate kirin. -
Yîgîtalp: Divê her kes deng bide berxwedana li Sûrê
Li Sûrê berxwedan û êrîşên dewleta Tirk didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku ne tenê Sûrê, tevahî Amedê di bin dorpêçê de ye. -
Çete Til Eranê bomberdûman dikin
Çeteyên DAIŞ’ê ji herêma depoya genim, bi bombeyên hewana bajarokê Til Eran bomberdûman dikin. Heta niha di bombardûmanê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 kesên sivîl jî birîndar bû. -
Li Bagcilarê polîsan êrîşî gel kir
Meşa li Bagcilarê ya ji bo piştevaniya bi Sûrê ya ku tevî hewldanên qetlîam û qedexeyên kolanan ên dewletê jî berxwedan lê didome, rastî êrîşa polîsan hat. -
Li Kayapinarê 2 zarok birîndar bûn
Di teqîna ku di çalakiya protestokirina êrîşên li hember Sûrê ya li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê de 2 zarok birîndar bûn. -
Li Nisêbînê teqîn
Li Taxa Firat a girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê teqînek pêk hat. Piştî teqînê, wesayîta zirxî li kolanê gule reşand. -
Amed ji bo Sûrê çalakiyên bêdem li dar dixe
Amedî ji bo li hember pêkanîn conta û qetlîamên li Sûrê pêk tên çalakiyên bêdem dan destpê kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Amedê Omer Onen diyar kir ku wê çalakiyên demokratîk li dar bixin. -
Li Sûrê pevçûnên dijwar didomin, polîs malan xera dikin
Li Navçeya Sûr a Amedê polîs û tîmên taybet bi bombeavêjan malan xera dikin. Avahiyek dişewite jî bi xeteriya xerabûnê re rû bi rû ye. -
Li hember êrişên li dijî Sûrê, Rêxistinên Kedê yên Amedê çalakiyan pêk tîne
Li hember dorpêç û qetlîama li navçeya Sûrê ya Amedê, Rêxistinên Kedê yên Amedê çalakiya rojekê kar sekinandinê didin destpêkirin. -
Ji aliyê rêxistinên civaka sivîl êrîşên li dijî Sûrê hatin protestokirin
Rêxistinên civaka sivîl têkîldarî qedexeya kolanan daxuyaniya hevpar dan û bi gotina "Em hawara Sûrê di bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînê ve qîr dike" banga xwedîlêderketina mîrateya çandî kirin. -
Li Oremarê çalakî, li Herêmen Parastinê yên Medyayê bomberdûman
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku 12’ê Kanûnê hêzên gerîla li Oremarê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin. -
Gelo li Şirnexê amadekariya komkujiyê tê kirin?
Li Cizîr û Silopiya ku ji aliyê leşker û tîmên tevgera taybet ve hatine dorpêçkirin, ji nexweşxaneyên dewletê re nivîseke fermî hat şandin û ji nexweşxaneyan hat xwestin ku personel û malzemeyên xwe amade bikin. -
Ozdal Uçar: Xwedî li xwerêveberiyê derkevin
Meclîsa Civaka Demokratîk a Melûn a li taxa Evry a Parîsê, civîna gel lidar xist. -
BI DÎMEN-'Daxwaza xwerêvebirinê ya gel rewa ye, helwesta dewletê ne rewa ye'
Bîlîcî pêvajoya muzakereyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin bibîr xist û got, "Birêz Ocalan xwest şîdetê ji holê rake û bi vî rengî encamekê werbigire." -
Li Kerboranê êrîş didomin
Ji Qereqola Jendermeyan a Kerboranê taxa Safa tê bomberdûmankirin. -
BI DÎMEN-Li Sûrê êrîş didomin, 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku ev 6 car in derketina derve lê tê qedexekirin, êrîş di roja 3. de pir zêde bûne. -
Operasyonên qirkirina siyasî li Amedê dewam dikin
Endama KJA û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sûzan Paçal duh êvarê li Amedê hat binçavkirin. 5 xebatkarên çapemeniya azad û 2 şêniyên taxê yên li Sûrê hatin binçavkirin, hînê li emniyetê tên ragirtin. -
Çete êrîşî Şêxmeqsûd dikin
Çeteyan duh bi şev û îro ber destê sibehê, hawan avêtin taxa Şêxmeqsûd. -
Bi hezaran ciwan di kongreya DEM-GENÇ'ê de li hev civiyan
1. Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê, bi beşdariya bi hezaran ciwanan li Amedê destpê kir. -
Gundiyên di bomberdûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
Cenazeyên Hurşît û Macît Olmez ên di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dan, danê vê sibehê li gundê Şifrezanê yê Qilabanê hatin veşartin. -
Li başûrê Sirînê bi dehan çete hatin kuştin
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ku bi hêzên YPG/YPJ'ê re tevdigerin, li hedefên DAIŞ'ê yên li başûrê bajarokê Sirînê xistin. -
Tecrîd li Aachenê hat protestokirin
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Aachenê hat protestokirin. -
PYD: Êrîşên li Til Temir nîşaneya têkçûna çeteyan e
Meclîsa PYD'ê ya Til Temirê êrîşên li bajêr şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş nîşaneya têkçûna çeteyan e. -
Li Kerboranê ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin
Li Kerboranê, ku terora dewleta Tirk lê heye, di encama êrîşa çekdarî ya tîmên taybet û leşkerên Tirk de, ciwanekî bi navê Takyedîn Oral jiyana xwe ji dest da. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê bi şevekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes lê amade bûn de, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û şoreşa li Rojava hatin silavkirin.