Li Kerboranê ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

Li Kerboranê, ku terora dewleta Tirk lê heye, di encama êrîşa çekdarî ya tîmên taybet û leşkerên Tirk de, ciwanekî bi navê Takyedîn Oral jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, "qedexeya derketina derve" di roja 3. de dewam dike. Li Taxa Safa, di encama êrîşa çekdarî ya tîmên tevgera taybet û leşkerên Tirk de, ciwanê bi navê Takyedîn Oral jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrîşan, welatiyan ala spî bilind kirin û çûn cihê Oral lê hat qetilkirin. Gelê navçeyê cenaze rakir û bi ambûlansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

Hat ragihandin, ku li taxa êrîş lê tê kirin birîndar hene. Her wiha hat gotin ku li nêzî goristana Micir Safa tîmên tevgera taybet ên Tirk, ciwanek tazî kirin û îşkence lê kirin. Ciwanê ku navê wî nehat zanîn hat binçavkirin, lê nayê zanîn ku hêzên dewleta Tirk ew birine ku derê.

Ji taxa ku êrîş lê giran e, dûxan bilind dibe.