Ozdal Uçar: Xwedî li xwerêveberiyê derkevin
Meclîsa Civaka Demokratîk a Melûn a li taxa Evry a Parîsê, civîna gel lidar xist.
Meclîsa Civaka Demokratîk a Melûn a li taxa Evry a Parîsê, civîna gel lidar xist.
Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, di civîneke gel a li taxa Evry a paytexta Fransa Parîsê de banga xwedîderketina li xwerêveberiyê kir.
Meclîsa Civaka Demokratîk a Melûn a li taxa Evry civîna gel lidar xist. Di civîna ku gelek kes beşdar bûn de, Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer axivî û êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kir. Uçer di destpêka axaftina xwe de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr anî û got, "Li gelek herêmên Kurdistanê xwerêveberî hatin îlankirin. Gelê me bi kedek mezin xwedî li vê sîstemê derdikeve. Ev proje, projeya birêz Ocalan e. Li hemberî kaosa heyî modela çareseriyê ye. Divê her kes xwedî li vê derkeve. Gelê me yên li Ewropa li cihê ku lê dijî, divê bi çalakiyan xwedî li gelê Bakur derkeve."
Uçar, çapemeniya AKP’ê jî rexne kir û got: "AKP bi rêya nûçeyên reşkirinê yên di medya xwe de diweşîne, dixwaze berxwedana gelê me vala derxîne. Di vê bawerî bi van neyê anîn. Ji bo vê di vê her kes bi baldarî tevbigere."