Bi hezaran ciwan di kongreya DEM-GENÇ'ê de li hev civiyan

1. Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê, bi beşdariya bi hezaran ciwanan li Amedê destpê kir.

1. Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê, bi beşdariya bi hezaran ciwanan li Amedê destpê kir.

1. Kongreya Asayî ya Federasyona Komeleyên Ciwanan a Demokratîk (DEM-GENÇ), ku wê bi şiyara "Em xwe bi rêxistin bikin, jiyana azad ava bikin" di 29'ê Mijdarê de bihata lidarxistin, lê belê ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat taloqkirin, depstê kir. Bi beşdariya 500 delegeyan kongre li Navenda Sporê ya Peyasê destpê kir. Li salona kongreyê pankartên bi nivîsên "Bi xwerêveberiyê re ber bi Kurdistana azad ve", "Jin jiyan azadî", "Teslîmiyet xiyanet e, pasîfîzm têkçûn e, berxwedan serketin e", "Dîwarên li Îmraliyê ji bo aştiyê kelepçe, li pêşiya demokrasiyê jî bend e", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanên têkoşîna azadiyê hatin daliqandin.

Tevî bi hezaran ciwanên ji gelek zanîngehên Kurdistan û Tirkiyeyê, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek, Parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Îdrîs Balûken, Sîbel Yîgîtalp û Ayşe Acar Başaran amade ne.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Çerxa Şoreşê", dirûşmên "Bijî Berxwedana Sûrê", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Ciwan canfedayê Apo ne" hatin qîrîn. Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê endamê DEM-GENÇ'ê Bariş Coşkûn ve hat kirin. Coşkûn diyar kir ku ew ê rêxistinbûyîna ciwanan mezin bikin û da zaîn ku di bin sîwana DEM-GENÇ'ê de nasnameyeke nû ya ciwanan tê afirandin. Coşkûn got, "Bi coş û kelecaneke mezin em ê têkoşîna şoreşê bi ser bixînin. Bi bîranîna hemû hevalên xwe yên şehîd re em ê dilsoz bin û soz didin ku em ê hesreta gelê xwe ya Rêberê Azad, Kurdistana Azad, bi ser bixînin."

Dûre endama DEM-GENÇ'ê Bîrdan Erol peyivî û da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd ji tevahiya cîhanê re bûye mînak. Erol got, "Di çarçoveya Pêngava 'Xweseriya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' a li Bakurê Kurdistanê, ku dewama Şoreşa Rojava ye, em xwerêveberiya demokratîk û berxwedana tê meşandin, silav dikin."

Kongre dewam dike...