Li hember êrişên li dijî Sûrê, Rêxistinên Kedê yên Amedê çalakiyan pêk tîne

Li hember dorpêç û qetlîama li navçeya Sûrê ya Amedê, Rêxistinên Kedê yên Amedê çalakiya rojekê kar sekinandinê didin destpêkirin.

Li hember dorpêç û qetlîama li navçeya Sûrê ya Amedê, Rêxistinên Kedê yên Amedê çalakiya rojekê kar sekinandinê didin destpêkirin.

Rêxistinên Kedê yên Amedê daxuyaniyek nivîskî da, wiha diyar kir: “ Rewşa şerê ku li welatê me ya ji aliyê Qesrê û Recep Tayyîb Erdogan ve di hemû beşên civakê de bandora qetlîamê derxistiye pêş. Rojhilata Navîn xistiye rewşa şewatê, bi dorpêç û bi qedexeyên kolanan ên li Kurdistanê, pêdiviyên jiyanî yên gelê me tengav dike, ev pêvajo destpêkê jin û zarokan bandor dike. Hemû rêyên jiyanî yên gel difetisîne. Di vê pêvajoyê de daxwazên xwerêveberî û azad jînê dike hedef, li gel wê jî hemû beşên civakê dike hedef, saziyên perwerdehiyê, tendirustî, saziyên dîrokî û dezgehên me bi tinekirina Qesrê û dewletê re rû bi rû mane. Êrîşên dijminane yên li hember mirovatiyê, dîroka me û gelê me, em wek Rêxistinên Kedê vê rewşê napejirînin. Ji bo vê jî em 14’ê Kanunê roja Duşemê naçin cihên xwe yên kar. Di heman demê de jî roja Duşemê saet 12:00’an çalakiya me ji du deriyê destpê dike û DTK, STK, DBP, HDP û parlementerên me beşdar dibin. Em dixwazin mamosta, xwendekar, malbatên me û xebatkarên me jî beşdarî çalakiyê bibin.”