KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê teqîneke dijwar rû da
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li ser kolana Çaxçaxê teqîneke dijwar rû da. -
Dîroknas Guven: Dîroka Kurdan bi bombekirinê naqede
Dîroknas-Nivîskar Eyup Guven got, "Gelê Mezopotamyayê gelekî qedîm e, bi tinekirina cihên dîrokî re ev gel nayê qedandin." -
Dorpêçiya li Sûrê dewam dike
Li navçeya Amed Sûrê, "qedexeya derketina derve" bi berxwedana gel hat şikandin. Lê belê dorpêçiya polîsên Tirk a li navçeyê dewam dike. -
Esnafên Rihayê mexdûrên polîtîkaya şer a AKP'ê ne
AKP a ku bi soza "îstikrar û aramiyê" bi gumanbarî di hilbijartinên bi zorê yên 1'ê Mijdarê de bi ser ket, mîna her carê sozên danî aliyekî. -
KNK'ê banga naskirina mafên gelê Kurd kir
Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê diyar kir ku li Kurdistanê siyaseta dagirkeriya qirêj û bêexlaq a talanê tê meşandin û bang li hemû dewletên li Kurdistanê serdest in kir, ku mafên hemû mirovan û gelê Kurd nas bikin. -
Di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de Kurdistanî li qadan bûn
Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Ewropî li qadan bûn. -
Demîrel: AKP'ê li Sûrê polîtîkaya qirkirinê meşand
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir ku li Sûrê di nava 9 rojan de jiyan sekiniye, avahiyeke bi tenê ya hedef nehatiye girtin nemaye û birîndar bi rojan li benda ambûlansê mane. -
Li Sûrê polîs gule berda welatiyên ku derketin kolanan: 5 birîndar hene
Li navçeya Sûr a Amedê li 6 taxan bi fermî û li 9 taxan jî bi awayekî fîlî qedexeya kolanan berdewam dike. Li taxên ku qedexeta kolanan bi awayekî fîllî hatiye îlankirin, di encama gulebarana polîsan de 5 welatî birîndar bûn. -
‘Li pişt teqînê DAIŞ, Tirkiye û civîna Riyadê heye’
Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên li bajarê Til Temir şermezar kir û diyar kir ku ev êrîşên terorîstî encamên piştgirîdayina Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û kongreya Riyadê ye. -
Ji bo kesên di êrîşa Til Temir de birîndarbûyî banga xwînê ya lezgîn
Ji bo kesên di êrîşa xwekujî ya bi 3 qemyonan li Til Temirê pêk hat de birîndar bûne banga xwîna ya lezgîn hat kirin. -
Li Til Temir êrîş
Li Til Temîr bi 3 qemyonên bombebarkirî êrîşên xwekujî yên hemwext hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku di encama êrîşan de ji sivîlan kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene. -
Nisêbîniyan şehîdên xwe oxir kir
Li Nisêbînê bi qedexeya kolanan a herî dawî 5 kesên ku hatin qetilkirin, bi beşdarbûna deh hezaran kesî ve bi merasîmek bi heybet ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Kayar ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bayram Kayar (Çiya Goyî) ê di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest da li gundê Şiwêt (Balli) hat defnkirin. -
Çalakiya rûniştinê ya wekîlan didome
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp ên ku çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Walîtiyê dane destpêkirin hê jî didomînin. -
Li Kerkukê mafê mirovan di çi rewşê de ye?
Li Kerkukê, bi sedema 10’ê Kanunê Roja Mafê Mirovan semînerek pêk hat. Semînera ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan ya Hêvî ya Iraqê, parzvanên mafê mirovan yên Xristiyan, Kurd, Ereb û Rewşenbîr beşdar bûn. -
Polîsan li Sûrê 2 ciwan birîndar kir
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê 2 ciwan birîndar kir. Ciwanên birîndarbûyî nikarin biçin nexweşxaneyê. -
Tecrîda li ser Ocalan li Botanê hat protestokirin
Tecrîda li ser Ocalan li Şirnex û navçeyên wê bi meş û daxuyaniyan hat protestokirin. Hezaran kesî yên ku tevlî çalakiyên jin pêşengtiya wan dikin bûn, daxwaza azadiya Ocalan qîr kirin. -
Li hember nûqteyên çeteyan ên li rojavayê Çemê Firatê operasyon
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 9’ê Kanûnê li hember çeteyên êrîşî gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê kirine operasyon li dar xistine. -
Gerîlayê HPG’ê Dîneklî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Ferhat Dîneklî (Erdal Alî Çiya) yê di şerê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Dêrikê ya Mêrdinê hat defnkirin. -
Li Deriyê Rihayê çalakiya silavkirina berxwedana Sûrê
Welatiyên ji bo dorpêça li ser Surê pêk tê bişkînin li Deriyê Rihayê kom bûn rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin. -
Rihayiyan binçavkirinên kêfî şermezar kirin
Platforma Ked û Demokrasiyê têkîdarî serdegirtinên polîsan ên serê sibe li ser endamên wan pêk hatin daxuyanî da û konsepta AKP'ê ya girtin, binçavkirin û kuştine şermezar kir. -
HDK: Bila tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
HDK’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên mirovan di bin êrîşa AKP’e û Erdogan de ye. HDK’ê li hemberî qetilkirina sivîlan ên li Kurdistanê, cînayetên jin û xwest ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. -
Protestoya Sûrê ya li Koşuyolû rastî êrîşa polîsan hat
Ji bo balkişandina dorpêça ku ev 9 roj in li navçeya Sûrê ya Amedê berdewam dike, li semta Koşûyolû ya navçeya Baglarê ciwanan rê li trafîkê re girtin. -
Polîsên Tirk li Şemzînanê êrîşî gel kirin
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê polîsan êrîş birin ser gelê ku terora dewletê ya li Kurdistanê protesto dikir. -
STO’ yan qedexe û dorpêça li ser Sûrê protesto kir
KESK, DÎSK, TMMOB û TBB qedexeya kolanan û dorpêça bi rojan e li ser navçeya Sûrê ya Amedê didome protesto kir.