STO’ yan qedexe û dorpêça li ser Sûrê protesto kir
KESK, DÎSK, TMMOB û TBB qedexeya kolanan û dorpêça bi rojan e li ser navçeya Sûrê ya Amedê didome protesto kir.
KESK, DÎSK, TMMOB û TBB qedexeya kolanan û dorpêça bi rojan e li ser navçeya Sûrê ya Amedê didome protesto kir.
KESK, DÎSK, TMMOB û TBB qedexeya kolanan û dorpêça bi rojan e li ser navçeya Sûrê ya Amedê didome protesto kir. Di daxuyaniya li Deriyê Rihayê hat dayîn de, gelê ku wêneyên kesên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin, pankarta “ Em di şînê de ne, di raperînê de ne, di aştiyê de bi israr in” vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “ Bijî berxwedana Sûrê ” hatin gotin, Hevberdevkê Demê yê KESK’ê Bedîrhan Çetînkaya axivî, di saetên sibehê de li Rihayê binçavkirina rêveberên hevbirên Platforma Demokrasî û Kedê şermezar kir.
Çetînkaya diyar kir ku Hikûmeta AKP’ê welat vegerand herêma şer, hê jî qetlîama Enqereyê nehatiye ronîkirin. Cihên ku qedexeya kolanan lê hatîne îlankirin, bi rojane welatiyên sivîl tên qetilkirin. Çetînkaya wiha got: “ Kesên ku welatê me kirine jiyangeha duyemîn a DAIŞ’ê pir aşkera ye ku wê van qetlîamana ronî nekin.” Çetînkaya daxwaz kir ku êrîşên bê sînor ên li hember gel pêk tên bên bidawîkirin.