Demîrel: AKP'ê li Sûrê polîtîkaya qirkirinê meşand

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir ku li Sûrê di nava 9 rojan de jiyan sekiniye, avahiyeke bi tenê ya hedef nehatiye girtin nemaye û birîndar bi rojan li benda ambûlansê mane.

Bi berxwedana gelê û hewldanên berfireh ên parlamenterên HDP'ê re "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Amed Sûrê hat ragihand, di roja 9. de hat rakirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê û Cîgira Serokê Koma HDP'ê ÇaglarDemîrel, bîlançoya giran a li navçeya Sûrê ji ANF'ê re vegot û diyar kir ku li Sûrê di nava 9 rojan de jiyan sekiniye, avahiyeke bi tenê ya hedef nehatiye girtin nemaye û birîndar bi rojan li benda ambûlansê mane.

Demîrel da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi awayekî fermî şer i hemberî gelê Kurd meşandiye, li Sûrê prova qirkirinê kiriye, mora xwe daniye binê hewldanên ji bo tinekirina gel û got, "Êdî bes e, kevir jî be, wê biderize."

'AKP'Ê LI DIJÎ GELÊ ME ŞER ÎLAN KIRIYE'

Li navçeya Amed Sûrê, ku dorpêçiya dewletê 9 rojan dewam kir, bîlanço gelekî giran e. Li navçeyê, ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn, di kêliyên rabûna "qedexeya derketina derve" ya li 9 taxan de jî, şîdeta polîsan nesekinî. 5 kes birîndar bûn. Ji parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel kuk ji bo kişandina dorpêçiya dewletê ya li Sûrê bi rojan ket nava hewldanan û mijar duh xist rojeva Civata Giştî ya Meclîsê, destnîşan kir ku li Sûrê prova qirkirinê hatiye kirin. Demîrel ragihand ku di 9 rojên li Sûrê de jiyan sekiniye, li taxan avahiyeke bi tenê ya saxlem maye nîne, di serî de zarok û extiyar birîndar bi rojan li benda ambûlansê mane û esnafan zerar kirine. Demîrel da zanîn ku gelê Kurd bi zext û êrîşeke mezin re rû bi rû ye û got, "Hikûmeta AKP'ê û dewletê li hemberî Kurdan bi awayekî fermî şer îlan kiriye. Ev yek polîtîkaya şerê navxweyî ye. Tê xwestin ku gelê me bê tinekirin û gelê me jî li dijî vê tinekirinê li ber xwe dide."

'ÊDÎ BES E, KEVIR JÎ BE WÊ BIDERIZE'

Demîrel da xuyakirin ku li dilê Amedê Sûrê, hem mirov, hem dîrok, hem xweza, hem jî çand hatine qetilkirin û got, "Êdî bes e. Li pêşberî vê zilmê, kevir jî be wê biderize. Îro li Sûrê qedexe tê rakirin, sibê li navçeyeke din tê destpêkirin. Nabe ku bi vî rengî dewam bike. Ev pêkanînên rewşa awarte ku rêk û pêk bi cih tên anîn, divê tavilê bên rakirin." Demîrel di dewama axaftina xwe de diayr kir ku hikûmeta AKP'ê ya ku gotina 'îstikrar'ê her bilêv dike, ji bo kaosê kûrtir bike ya ji dest tê dike û destnîşan kir ku eger îstikrar tê xwestin, girîng e beriya her tiştî ev pêkanînên antî demokratîk û bêhiqûqî ji holê werin rakirin.

'HAYA PARLAMENTÊ JI ZILMÊ NÎNE'

Demîrel anî ziman ku wan duh ev pêkanînên rewşa awarte xistine rojeva Civata Giştî ya Meclîsê, ji bo lêkolînkirina komkujiyên dewletê li van navçeyên "qedexeya derketina derve" kiriye Komîsyona Lêkolînê bê avakirin û ji bo bidawîkirina van pêkanînan bi Wezîrê Karên Hundir û wezîrên din re hevdîtin kirine. Demîrel da xuyakirin ku partiyên siyasî yên li parlamentê, li dijî "qedexeya derketina derve" derkevin jî haya xwe ji asta zilma li gelê Kurd tê kirin nînin û got, "Heta ku qedexeyên derketina derve bi dawî bibin û daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."