Ji bo kesên di êrîşa Til Temir de birîndarbûyî banga xwînê ya lezgîn

Ji bo kesên di êrîşa xwekujî ya bi 3 qemyonan li Til Temirê pêk hat de birîndar bûne banga xwîna ya lezgîn hat kirin.

Ji bo kesên di êrîşa xwekujî ya bi 3 qemyonan li Til Temirê pêk hat de birîndar bûne banga xwîna ya lezgîn hat kirin. 
Konseya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd ji bo birîndaran banga xwînê ya lizgîn kir.

Danê êvarî nêzî saet 17.30’an, 3 êrîşên xwekujî yên teqînê yên hemwext hatin lidarxistin.Hate diyarkirin ku teqîna yekemîn li ber sûka El-Hal, a 2’yemîn li pêşiya nexweşaxaneya bajar û ya 3’yemîn jî di nava sûka navendî ya bajar de pêk hatiye.

Li gor tespîtên yekemîn, ji 20 kesî zêdetir mirovî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Birîndar naqlî nexweşxaneyên Qamişlo, Hesekê, Dirbesiyê û Serêkaniyê kirin. 

Konseya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd ji bo birîndaran banga xwînê ya lizgîn kir.

Li bajar xebatên lêgerîn lêkolînê berdewam dikin, hate çavdêrîkirin ku di encama êrîşên hemwext de li bajar xisarek mezin a madî jî çêbûye.