Li Nisêbînê teqîneke dijwar rû da
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li ser kolana Çaxçaxê teqîneke dijwar rû da.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li ser kolana Çaxçaxê teqîneke dijwar rû da.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li ser kolana Çaxçaxê teqîneke dijwar rû da.
Li ser kolana Çaxçax a di navbera taxên berxwedanê Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle de ye, danê vê sibehê teqîneke dijwar rû da.
Piştî teqînê, maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra ku bi mehan e li kolanê ye, gule li taxan reşand. Gulereşandin bi qasî nvî saetê dewam kir.
Li Nisêbînê, di "qedexeya derketina derve" ya dawî ya 4 rojan dewam kir de 5 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin. Fehîme Akti, Mahsûm Akdogan, Hakan Dogan, Mehmet Emîn Înan û Cûdî Teber ên jiyana xwe ji dest dan, duh ji aliyê bi deh hezaran kesî ve di merasîmeke girseyî hatibûn veşartin.