Rihayiyan binçavkirinên kêfî şermezar kirin
Platforma Ked û Demokrasiyê têkîdarî serdegirtinên polîsan ên serê sibe li ser endamên wan pêk hatin daxuyanî da û konsepta AKP'ê ya girtin, binçavkirin û kuştine şermezar kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê têkîdarî serdegirtinên polîsan ên serê sibe li ser endamên wan pêk hatin daxuyanî da û konsepta AKP'ê ya girtin, binçavkirin û kuştine şermezar kir.
Platformê li ber avahiya midûriyeta polîsan têkîldarî serdegirtinên serê sibê yên li hember siyasetmedarên Kurd, nûner û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê pêk hat, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku bi girseyî pêk hat de li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Berdevkê KESK'ê Mehmet Keklîk axivî û diyar kir ku ev helwest, li dijî zagonan e.
Keklîk bi bîr xist ku îro hem Roja Mafê Mirovan ê Cîhanê ye hem jî 2 meh berê îro roja teqîna li Enqereyê ye. Keklîk bi lêv kir ku ji ber vê jî ev binçavkirinana wateyên xwe hene û ev kêfî ne. Keklîk da xuyakirin ku îro di serê sibê de bi hinceta tevlîbûna protestoya komkujiya Enqereyê, di serdegirtinên malan de gelek siyasetmedarên Kurd, nûner û endamên rexistinên civak sivîl û hemwelatiyên sivîl hatine binçavkirin. Keklîk diyar kir ku piştî îfadeyên hatine dayin, 10 hevalên wan hatine berdan, lê endamên Meclîsa Bajarê Mezin ê Rihayê Sevînç Îzol, Sîbel Sutpak û welatiyên bi navê Besna Yildirim, Îbrahîm Halîl Saglam û Alî Gezer bi hinceta, "Propagandaya rêxistinê kirine" û "Heqaret li Serokkomar kirine" hê jî li Miduriyeta Polîsan a Rihayê tên rawestandin.
'VEKIRÎ Jİ ME RE DIBEJIN ÇIMA HÛN JÎ NEMIRIN E'
Keklîk destnîşan kir ku ev binçavkirinana ne qanûnî ne û wiha berdewam kir: "Dema bê xwestin bi awayekî hêsan karin gazî wan nûneran bikin. Ev binçavakirin bi zanebûn û bi plan in. Vekirî ji me re dibêjin, 'çima hûn jî di teqîna Enqereyê de nemirin e.' Ev binçavkirin bi kêfî tên kirin."
Piştrê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol jî mafê axaftinê wergirt û got ên li dijî komkujiyan bê dêng dimînin, li hember mirovatiyê jî bê deng dimînin. Ozbîngol diyar kir ku ev binçavkirinana, bi kêfî tên kirin û wiha got: "Em van binçavkirinana bi tundî şermezar dikin. Em ê her tim li hember van komkujî û neheqiyana bisekinin."
Piştî daxuyaniyê rawestandina gel a li ber midûriyetê polîsan hê jî didome.