Esnafên Rihayê mexdûrên polîtîkaya şer a AKP'ê ne

AKP a ku bi soza "îstikrar û aramiyê" bi gumanbarî di hilbijartinên bi zorê yên 1'ê Mijdarê de bi ser ket, mîna her carê sozên danî aliyekî.

AKP a ku bi soza "îstikrar û aramiyê" bi gumanbarî di hilbijartinên bi zorê yên 1'ê Mijdarê de bi ser ket, mîna her carê sozên danî aliyekî.

Li Rihayê, ku bi xem û rewşa xwe ya dîrokî û xwezayî bala tûrîstan dikişîne, ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê, esnaf yek bi yek derabeyên dikanên xwe dadixînin.

'AXAFTIN HEYE, PÊKANÎN NÎNIN'

Serokê Yekîtiya Odeyên Sanatkar û Esnafan a Rihayê Mehmet Şerîf Bakay da xuyakirin ku rewşa şer a li herêmê bandoreke gelekî neyînî li esnafên Rihayê kiriye û anî ziman ku bi taybetî di qada tûrîzmê de bi hezaran rezervasyon hatine betalkirin. Bakay da xuyakirin ku bi hatina koçberên Sûriyeyê re li Rihayê rewşeke bêbaweriyê zêde bûye, lewma esnafan derbeke giran xwarine û destnîşan kir, ku weke yekîtiya odeyan di çarçoveya bernameya desteka lezgîn de wan alîkarî ji rayedaran xwestin, lê belê tevî ku ji wan re hatiye gotin 'wê ya pêwîst bê kirin', hînê tiştek nehatiye kirin. Bakay diyar kir ku esnafên Rihayê ketine rewşeke welê ku nikarin deynê xwe bidin û got, "Bi zêdebûna hejmara koçberên Sûriyeyî li navenda Rihayê re, bi qaçaxî dikan tên vekirin û ji ber şer tûrîst nayên herêmê. Lewma karê esnafê xwecihî li ber xilasbûnê ye. Gelek esnafan dikan ji ber vê yekê girtin."

JI SEDÎ 30 Ê ESNAFAN DEST JI KARÊ XWE BERDAN

Esnafê ku eşyayên diyariyan difiroşe Yûnûs Tekkor gazinan dike ku ji ber şer tûrîst nayên Rihayê, lewma karê wan nameşe û destnîşan kir ku ji ber bûyerên li Sûriyeyê karê wan ji sedî sed kêm bûye. Tekkor ragihand ku ew nikarin kar bikin û got, "Tûrîst qet nayên. Ji ber ku ev der jî sûka tûrîstîk e, em bêkar mane. Em dixwazin ku dewlet soza krediyê ya ji bo esnafan daye bi cih bîne. Bac ji sedî sed zêde bû. Kar kêm bû, bac zêde bû. Em li vê derê bi tenê ji bo dayîna bacê dixebitin. Ji ber bêkariyê em nikarin kirêya xwe jî bidin. Em nikarin debara xwe bikin. Em mexdûr in. Ji sedî 30 ê esnafan dest guherandin. Gelekan ji wan derabeyên xwe girtin û neçar man birevin. Bi hatina Sûriyeyiyan re bêkarî jî zêde bû. Gelek mirov birçî ma."

'JI BER HIKÛMETÊ EM NEÇAR MAN DIKANÊN XWE BIGIRIN'

Ji esnafên sûka navendê Hamza Beymîr diyar kir ku ji ber polîtîkaya hundir û derve ya hikûmetê li dora şer tê meşandin kaos kûr dibe, lewma ew jî nikarin kar bikin û got, "Tûrîst nayên. Karê me jî bi hatina tûrîstan re dimeşe. Lê belê vê hikûmetê derdor ewqasî tevlîhev kir, êdî em neçar man dikanên xwe bigirin. Kar nîne. Di 1'ê Mijdarê de gotin aramî û îstikrar, gel jî deng da. Lê belê rewşa em niha tê de ne, ji rewşa beriya 1'ê Mijdarê bêhtir nebaş e."

...