Di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de Kurdistanî li qadan bûn
Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Ewropî li qadan bûn.
Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Ewropî li qadan bûn.
Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Ewropî li qadan bûn. Di çalakiyan de daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê û serbestberdana siyasiyên Kurd hat kirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê gelek çalakî hatin lidarxistin û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê hat kirin.
Parêzer Brîtta Eder di panela roja Çarşemê ya Tatort Kurdistanê de axivî û li ser rewşa siyasetmedarên Kurd ên li gorî xala 129b a Qanûna Ceza ya Elman hatine girtin, agahî da. Eder diyar kir ku piştî serbestberdana Metîn Aydin, niha 7 kes bi îdîaya "endametiya PKK'ê" li zîndanên ELmanyayê tên ragirtin.
Roja Pêncşemê, jin û ciwanên Kurd çûn postaxaneyê û îmzeyên di çarçoveya kampanya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" berhev kiribûn, ji hikûmeta Elmanya re şandin.
Piştre heyetek ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihîne, bi nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtin kir û ji rayedaran xwest, ku li hemberî tecrîdê bi berpirsyarî tevbigerin.
Li Hambûrgê, wê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî û rakirina xala 129b, roja Şemiyê saet di 15:00 de li Alton meşek were lidarxistin û li ber Girtîgeha Dammtor bi mîtîngekê bi dawî bibe.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê, girtina siyasetmedar û welatparêzên Kurd li ber Wezareta Karên Hundir hat protestokirin.
Tevî NAV-DEM Berlîn, ATÎK û Kuridstan Solîdarîtaet Komîte destek dan çalakiyê. Çalakgerên saet di 14:00 de li ber avahiya wezaretê ya li Alt Moabîtê civiyan, pankarta bi nivîsa "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, ji hemû girtiyên siyasî yên li Elmanyayê re azadî" vekirin û belavokek li ser daxwazên xwe, xwendin.
Di belavokê de hat ragihandin ku siyasetmedarên Kurd, sosyalîst û demokratên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê hatine girtin, ti sûcekî xwe li hemberî Elmanya nînin, bi temamî ji ber berjewendiyên siyasî yên navbera Elmanya û Tirkiyeyê hatine girtin û hat gotin, "Girîng e ev şaşîtiya dîrokî ji holê were rakirin."
Di belavokê de hat xwestin ku girtiyên siyasî werin berdan, qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin, Elmanya tevkariyê li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bike û navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Ewropayê were derxistin."
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê jî, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê û azadiya girtiyên siyasî, stand hat vekirin.
Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li bajarê Hîldesheîmê Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk stand vekirin û ji bo azadiya girtiyên siyasî îmze kom kirin Çalakiya li ber peykerê Hackûpê saet di 15:00 de destpê kir, heta saet 17:00 dewam kir.
KOLN
10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Kurdistaniyên li bajarê Kolnê dijîn, ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ên li zîndanên Elmanyayê Bedrettîn Kavak, Ahmet Çelîk, Alî Ozel, Metîn Aydin, Mehmet Demîr û Abdullah Şen, daketin qadan.
Kurdistanî li ber Girtîgeha Koln Ossendorfê ku serokê berê yê YEK-KOM'ê Ahmet Çelîk lê tê ragirtin civiyan û bi qîrînda dirûşman xwestin Ahmet Çelîk azad bibe. Kurdistaniyan nerazîbûneke tûnd nîşanî girtina Çelîk dan û got, "Nayê qebûlkirin ku pêla zext û girtinê ya li Tirkiyeyê li hemberî siyasetmedarên Kurd tê meşandin li Elmanyayê jî bidome." Kurdistaniyan banga "dest ji krîmînalîzekirina Kurdan berde" li hikûmeta ELman kirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
MARSÎLYA
Meclîsa Arîn Mîrxan a Marsîlyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî îlanên xwerêveberiyê dike şermezar bike, standa agahdarkirinê vekir. Stand saet di navbera 13:00-16:00 de li meydana Vîeûx Portê hat vekirin û der barê mijarê de belavokên agahdarkirinê li welatiyên Fransayê hatin belavkirin.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Asterdamê, li ber Konsolosxaneya Elmanyayê ji bo girtiyên siyasî yên Kurd çalakî hat lidarxistin.
Çalakiya bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hat lidarxistin, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û bal hat kişandin ser rewşa girtiyên siyasî yên li zîndanên Elmanyayê. Çalakgeran xwestin, girtiyên siyasî serbest bên berdan.