Li navçeya Sûr a Amedê li 6 taxan bi fermî û li 9 taxan jî bi awayekî fîlî qedexeya kolanan berdewam dike. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li taxên Camî Kebîr, Ziya Gokalp û Melîk Ahmet ên ku welatî lê derketine kolanan, polîs gule bi ser wan de barandiye û di encamê de 5 welatî hatine birîndarkirin. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
Welatiyê bi navê Mehmet Alçi (23) ku li taxa Melîk Ahmetê birîndar bû, ragihand ku dema ew ji bo nan bikire derketiye derve hatiye birîndarkirin.
Salîh Bûdak (42) ê gule li qorika wî ketiye, diyar kir ku dema girseyek qelebalix li Taxa Camî Kebîr qedexeyên kolanan protesto dikir, li sûkê dimeşiya û ji wesayîteke zirxî ya Akrep gule lê hatiye reşandin. Bûdak anî ziman ku polîs derdora xwe rasterast gulebaran dikin, bang li her kesî kir ku li ser navê mirovatiyê li hember pêkanînên li Sûrê bisekinin.
Veysî Altûnkaya yê ku di encama gulebarana polîsan a li Taxa Ziya Gokalp de birîndar bû got, êdî mirov nikarin derkevin kolanan. Altûnkaya destnîşan kir ku gel êdî îsyan dike, bi bîr xist ku daxwaza wan a aştiyê li ber gulebarana diçe.