Li Deriyê Rihayê çalakiya silavkirina berxwedana Sûrê
Welatiyên ji bo dorpêça li ser Surê pêk tê bişkînin li Deriyê Rihayê kom bûn rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin.
ANF
AMED
pêncşem, 10 berfanbarê 2015, 15:23
Li Amedê bi rojane ji bo dorpêç û êrîşên polîsan ên li dijî navçeya Surê ya Amedê pêk tên bişkînin çalakî pêk tên û gelê Amedê bi heman armancê li Deriyê Rihayê çalakiya rûniştinê li dar xist û polîsan jî êrîşî çalakiyê kirin.
Bûyerên bi êrîşa polîsan destpê kirin berdewam dikin.