Li Kerkukê mafê mirovan di çi rewşê de ye?

Li Kerkukê, bi sedema 10’ê Kanunê Roja Mafê Mirovan semînerek pêk hat. Semînera ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan ya Hêvî ya Iraqê, parzvanên mafê mirovan yên Xristiyan, Kurd, Ereb û Rewşenbîr beşdar bûn.

Di semînerê de, şerê di welat de tê jîyîn, îhlalên maf, şideta li hember jinan, îhlalên mafê mirovan û têkoşîn li hember şidetê hat gotûbêjkirin. Di semînerê de Serokê Şaxê Iraqê yê Rêxistin Çavnêriya Mafê Mirovan ya Navneteweyî Mesrûr Esûd Muhyeddîn û Seroka Şaxê Kerkuk yê Komeleya Mafê Mirovan ya Hêvî ya Iraqê Sirûd Mihemed axivîn.

MIHEMED: DI SALEKÊ DE 97 JINÊN JI ALIYÊ XIZMÊN XWE VE HATIN QETILKIRIN

Ji bo pêşiya îhlalên mafê mirovan bê girtin piştî di civîna ku komisyon hatin avakirin de Seroka Şaxa Kerkûk ya Komeleya Mafê Mirovan ya Hêvî ya Iraqê Sirûd Mihemed bersiva pirsên me da, agahî da ku di salekê de 97 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Mihemed wiha diyar kir ku 22 jin ber bi întixarê ve çûne, 49 jinan jî xwe şewitandin û dawî li jiyana xwe anîn. Mihemed bal kişand ku ev hemû jî cînayet in.

Mihemed destnîşan kir ku her roj agahiyên kuştinê ji bajarê Kerkûkê tên, ji ber sedemên şer jî îhlala mafê mirovan jî zêde bûye. Mihemed wiha got: “ Di rojek wiha de me xwest balê bikşînin ser îhlalên mafê mirovan ên li bajarê Kerkûkê. Di aliyekê tehdîda çeteyên DAIŞ’ê hê jî li ser Kerkûkê ye, li aliyê din şerê mezhebî heye. Bi taybet jin di nava şertên pir giran de tên hiştin. Bi hezaran jinên Êzidî, Xiristiyan, Tirkmen û Ereb di destê çeteyên DAIŞ’ê de di sûkên koleyan de tên firotin.”

‘MILYONEK Û NÎV KES JI BER DAÎŞ’Ê REVIYAN, HATIN KERKÛK Ê’

Mihemed ragihand ku li gel Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê li Parlementoyê de jî Komîsyona Mafê Mirovan heye, ji aliyê Wezaretê û Komîsyonê ve ti kar pêk nehatine. Mihemed wiha got: “ Li Meclisa giştî ya bajarê Kerkûkê de Komîsyona mafê mirovan heye, lê yek ji cihê ku mafê mirovan ji nedîtî ve jî tê bajarê Kerkûk e” û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mafê mirovan, mafê zarokan, mafê jinan bi ti awayî li ber çavan nayên girtin. Hejmara koçberên ji ber DAIŞ’ê reviyan û hatin Kerkûkê milyonek û nîv e. Lê, rewşa wan pir ne baş e.” 

‘ERK DIKEVE SER MILÊN REWŞENBÎR, STE’YÎ Û GEL’

Mihemed got têkoşîn bi îhlalkirina mafê mirovan û parastina mafê mirovan ne tenê erkê hikûmet û wezaretê ye, wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Erk dikeve ser milên Rêxistinên Civaka Sivîl, Rûspiyan, STK’yî, Rewşenbîr û gel jî.”

Mihemed wiha axivî: “STK’yî bûyeran wek navenda mirovan temaşe bike. Pîvanên gerdûnî bigire dest û li gor wê tevbigerin. Erkên girîng dikeve ser milen rêveberên Olî û Rûspiyan. Ji bo pêkhateya aştiyek civakî çawa ku li herêmên cîhanê têkoşîn tê meşandin, divê li herêmên me jî têkoşîn bên meşandin. Lê Rûspiyên me li gor xeta xwe ya siyasî û mezhebî tevdigerin. Li Kerkûkê rewşenbîr di pozîsyonek lewaz de cih digirin. Ji bo balê bikişînin ser van xususan me semînerek organîze kir. Hêvîdar im bigihêje armanca xwe.”

MUHYEDDÎN: BI HATINA DAIŞ’Ê RE ME PIRSGIRÊKÊN CIDÎ DÎT

Serokê Şaxa Iraqê yê Rêxistina Çavnêriya Mafê Mirovan ya Navneteweyî Mesrûr Esûd Muhyeddîn jî têkildarî mafê mirovan a li giştî Iraqê wiha got: “ Îro 67. salvegera belgeya îlan kirina mafê mirovan e. Li Kerkûkê di rojek wiha de beşdarbûna vê semînerê girîng e. Di çarçoveya Iraqê de di mijara mafê mirovan de em pir lewaz in. Di giştî welat de 3 milyon koçber hene. Mafê jinan û zarokan di rewşek pir xerab de ye. Li Iraqê bi derketina çeteyên DAIŞ’ê re têkildarî mafê mirovan pirsgirêkên cidî tên jiyîn.

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BERDEWAM BIKÎN’

Muhyeddîn diyar kir ku wek rêxistin hemû îhlalên mafan kirine rapor, ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY), Navenda Iraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re şandine, lê ti encam nehatine girtin. Muhyeddîn wiha got: “ Gelên Kurd, Êzidî, Xristiyan, Tirkmen û hemû gelan ji şeran ziyanên pir mezin dîtine.”

Muhyeddîn ragihand ku hikûmet têkildarî vê mijarê li gorî rêgezên yeksaniyê nêzîk nabe. Muhyeddîn got, hikûmet li hinek cihan têkildarî mafê mirovan kar dike, lê der barê giştî de nêzîkatiyek baş tineye. 

Muhyedîn herî dawî ev anî ziman: “Heta dawiyê em ê li hember îhlalên mafan têbikoşin û şopdarê bûyeran bin.”

...