KNK'ê banga naskirina mafên gelê Kurd kir

Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê diyar kir ku li Kurdistanê siyaseta dagirkeriya qirêj û bêexlaq a talanê tê meşandin û bang li hemû dewletên li Kurdistanê serdest in kir, ku mafên hemû mirovan û gelê Kurd nas bikin.

Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteyê bal kişand ser zilm û zora li gelemperiya cîhanê û got, "Çewsandina neteweyî, kuştinên jin û zarokan, zilm û zorên civakî û aborî pir in. Li cîhanê gelek dewlet ji mafên mirovan re rêzdar nînin û di her alî de mafên mirovan binpê dikin. Kurdistan ji wan welatan yek e ku ji aliyê siyasî, aborî, civakî û di bin çewsandina zordestan û terora dewletê de ye û her roj civak di nava tirs, alozî û şer de dijî."

Komîteya Mafên Mirovan diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî didome û ev xal destnîşan kir: "Bi hezaran siyasetmedar di zîndanan de ne. Dewleta Tirk her roj mirovên me dikuje, diavêje zîndanan û êrişî ser mal û avahiyên wan dike. Piştî derketina DAIŞ'ê û vir ve Dewleta Tirk bû sponsora resmî ya DAIŞ'ê. Dewleta Tirk wisa zêdegaviyê dike ku goristanên pakrewanên me yên pîroz jî li ber çavên raya giştî bombeberan dike û xera dike."

'LI SER KURDISTANÊ SIYASETEKE DAGIRKERIYA QIRÊJ Û BÊEXLAQ A TALANÊ TÊ MEŞANDIN'

Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê, zilm û zordariya dewletên serdest ên li çar aliyên Kurdistanê bi vî rengî nirxand:

"Dewleta Iraqê ku nûneriya Şîa dike, guh nade mafên Kurdan û xala 140´î ya Destûra Bingehîn Iraqê ya ku ji bo çareseriya siyasî bi fermî îmze kiriye, jî binpê dike.  

Li Iraq û Sûriyeyê DAIŞ weke çeteyeke navdewletî bi taybet li dijî Kurdistanê ye. Qirkirina Kurdên Êzidî pêk anîne û bi hezaran Êzidî ji warên bav û kalên wan hatine derxistin û bi hezaran jin û zaroyên wan li bazarên koleyan wek eşya hatine firotin.

Bi taybetî, ji piştî 24´ê meha 7´an û pê ve Dewlata Tirkiyeyê di serî de Qendîl û qadên medyayê hedef girtinê, hemû cihên stratejîk ên Kurdistanê bombebaran dike. 

Li Îranê jî rewşa mafê mirovên Kurd pir xirab e. Heta niha herî kem bi qasî 932 mirov hatine bidarvekirin, ji wan nêzîkî 350 kesî Kurd in. Sûç û gunehên wan ew e ku çalakvanên demokrasiyê ne. 

Gelek ciwanên Kurd bi madeya hişbir ku dewleta Îranê bi siyaset li Kurdistanê pexiş dixe, perîşanin. Rêjeya bêkariyê li bajrên Kurdan yên wek Sine, Îlam û Mihabad gelekî bilind e. Niha di halê hazir de ji bo 23-25 mirovên Kurd biryara ceza bidarvekirinê hatiye dayîn. Kurdên Xorasanê, Kurdên Yarasan, Kakeyi û Ezîdî bi taybetî di xetereyê de ne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku siyaseta dagirkeriya qirêj û bêexlaq a talanê li ser Kurdistanê tê meşandin û daxuyaniyê wiha dewam kir:

BANGA NASKIRINA MAFÊN GELÊ KURD

"Em wek Komîteya Mafên Mirovan a KNK´ê roja mafên mirovan ya cîhanê di serî de li tevahiya mirovahiyê û gelê Kurd pîroz dikin.

Bi deh salan e, mafê gelê Kurd ji aliyê Tirkiye, Sûriye, Iraqê û Îrane ve nayê naskirin. Li wan her çar welatan rojane mafê gelê Kurd tê perçiqandin û binpêkirin. Ji bo bidestxistina mafê xwe gelê me her roj bi îmkan û derfetên xwe li ber xwe dide. Kesên demokrat û aştîxwaz yên ku ji bo azadiyê û destxistina mafê xwe li ber xwe didin, ji aliyê rejîma Îranê, Tirkiye, Sûriye û Iraqe ve tên girtin, an ji kuştin. 

Xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji bo jiyaneke birûmet, birêz û wekhevî ye. Di vê roja girîng de,  KNK ji bo laîsizm, wekheviya neteweyî, jin û mêran, mafê jiyan, kar, xwendinê dixebite û têdikoşê.

Em ji wek komîteya mafên mirovan a KNK´ê bang li hemû welatên ku li jor hatine birêzkirin dikin, ku dawî li binpêkirina mafên mirovan bînin!

Divê mafê hemû mirovan û gelê Kurd nas bikin û bipejirînin! 

Em hêvîdarin û dixwazin ku raya demokratîk û aştîxwaz a cihanê li pişta gelê me bê!"