Nisêbîniyan şehîdên xwe oxir kir
Li Nisêbînê bi qedexeya kolanan a herî dawî 5 kesên ku hatin qetilkirin, bi beşdarbûna deh hezaran kesî ve bi merasîmek bi heybet ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê 5 kesên ku di encama êrîşên dewletê de hatin qetilkirin, li ber Mala Şînê ya Taxa Şoreşê merasîm hate lidarxistin. Piştî merasîmê deh hazaran kesî caneze girtin ser milên xwe û ber bi goristanên Hacilar û Ziyaretê ve dest bi meşê kirin. Girseya li Kolana 27'ê Gulanê ve meşiya dirûşmeyên "Bijî berxwedana Nisêbînê", "PKK gel e, gel li vir e", "Kurdistan, goristan ji bo faşîstan" û "Tolhildan tolhildan" qîr kirin. Di meşê de wêneyên 5 kesên hatin qetilkirin, hatin hilgirtin û dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re hatin bilind kirin.
BI SIRÛDA 'ÇERXA ŞOREŞÊ' HATIN DEFNKIRIN
Dema korteja cenazeyê M. Emîn Înan, Fehime Akti, Mahsum Akdogan û Hakan Dogan hate Goristana Hacilarê, hejmar bû zêdeyî 50 hezar kesî. Li goristanê rêz hate girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Cenazeyên 4 şehîdan bi dirûşmeyan hatin defnkirin. Cenazeyê Cudî Teber jî li Goristana Ziyaretê hat defnkirin. Piştî defnkirina cenazeyan girse careke din bi dirûşmeyan heta Mala Şînê ya Taxa Devrîmê meşiya.
Di dema meşê de wesayîta zirxî xwest bikeve nav girseyê. Girseyê bi tundî bertek nîşan da û wesayîta zirxî dan ber keviran. Li ser berteka gel polîs bi lez û bez ji qadê dûr ket.