Dorpêçiya li Sûrê dewam dike
Li navçeya Amed Sûrê, "qedexeya derketina derve" bi berxwedana gel hat şikandin. Lê belê dorpêçiya polîsên Tirk a li navçeyê dewam dike.
Li navçeya Amed Sûrê, "qedexeya derketina derve" bi berxwedana gel hat şikandin. Lê belê dorpêçiya polîsên Tirk a li navçeyê dewam dike.
Li navçeya Amed Sûrê, "qedexeya derketina derve" ya 9 rojan dewam kir, bi berxwedana gel hat şikandin. Lê belê dorpêçiya polîsên Tirk a li navçeyê dewam dike.
Li Kolana Gazî, Bazara Yogûrtçûlar û herêma Minareya Çarling lê ye, tîmên tevgera taybet di maşînên zirxî de disekinin û li serê kolanan bi çekên giran radiwestin. Welatiyên dikevin nava taxên 'qedexekirî' di kontrola GBT a polîsan re tên derbaskirin. Balkêş e ku polîs ji welatiyan re dibêjin "qedexe bi tedbîr hatiye rakirin."
Tîmên tevgera taybet ên Tirk her wiha hewl didin rojnamevanên nûçeyê dişopînin, ji herêmê derxînin. Li aliyê din, li taxên "qedexe" lê rabûne, car carna dengê çekan tê.