Gerîlayê HPG’ê Dîneklî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Ferhat Dîneklî (Erdal Alî Çiya) yê di şerê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Dêrikê ya Mêrdinê hat defnkirin.

Gerîlayê HPG’ê Ferhat Dîneklî (Erdal Alî Çiya) yê 29’ê Mijdarê 2015’an di şerê bi leşkerên Tirk re li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Dêrikê ya Mêrdinê bi dirûşmên, “Şehîd Nemirin” û “Qatil Erdogan” ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dîneklî ji aliyê hezaran ve bi çepik, tilîlî û dirûşma, “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin. Hezaran kesî cenazeyê Dîneklî ji wesayîta cenaze hilgirtin ser milên xwe û ber bi Goristana Şêx Osman ketin meşê. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dîneklî li vir bi sirûda “Çerxa Şoreşê” û dirûşman ve hat defnkirin.
Piştî defnkirinê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Omer Ocalan axivî, diyar kir ku gelê Kurd ê ku ev 40 sal in têkoşîna azadiyê dide, bi keda kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane nêzî azadiyê bûye, got wê her tim li cem nirxên xwe cih bigirin.
Piştre bavê gerîlayê HPG’ê Dîneklî Mendûh Dîneklî axivî destnîşan kir ku divê li hember polîtîkayên faşîzan û qetlîamker ên AKP’ê, gelê Kurd yekîtî û rêxistinbûyina xwe xurttir bike. Dîneklî wiha axivî: “Gelê me tenê dikare bi yekîtî û rêxistinbûyinê ve van polîtîkayan vala derxîne. Kurê min şehîdê tevahî gelê Kurd e. Bila serê gelê me û Rêbertiya me sax be.”
Girse piştî merasîmê, derbasî cihê sersaxiyê yê li Taxa Tepebag ji bo Dînekî hatiye danîn bû.