KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya şervanê YPG'ê hat aşkerakirin
Nasnameya şervanekî YPG'ê yê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin. -
Operasyon û bomberdûmanên artêşa Tirk didomin
Operasyon û êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên dewleta Tirk bê navber didomin. Li hember êrîşan bersivdayinên gerîlayên HPG/YJA Star pêk tên. -
Li Şengalê çalakî: 7 çete hat kuştin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiya 9'ê Kanûnê ya li Herêma Şîlo de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Li du navçeyên Wanê biryara rewşa awarte
Walîtiya Wanê, gelek herêmên navçeyên Erdîş û Payîzavayê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" îlan kir. -
Welatparêzê Kurd Ozden emrê Xwedê kir
Welatparêzê Kurd Osman Ozden di 81 saliya xwe de emre xwedê kir. -
Şehîdên Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kesî ve tên oxirkirin
5 kesên li Nisêbînê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve, li ber dirûşmên "Tolhildan, tolhildan" tên oxirkirin. -
Dayik Çûbûk: Çekwar ji aliyê rêveberiya dibistanê ve hedef hat nîşandan
Dayika Çekwar Çûbûk ê 15 salî yê li navçeya Amed Sûrê di 2'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin Netîce Çûbûk diyar kir, ku Çekwar ji aliyê midûr û alîkarê midûrê dibistanê ve hedef hatiye nîşandan. -
Parlamenterên HDP'yî dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Ji bo rakirina "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Amed Sûrê, parlamenterên HDP'yî yên bi Walî re hevdîtin kirin, ji ber ku bersiveke erênî negirtin li Walîtiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Wekîlan ji bo Sûrê gilî kirin
Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp, ji ber pêkanînên antî demokratîk û "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê, daxwazname dan Dadgeha Îdarî ya Amedê û gilî kirin. -
Bayik: AKP wê berdêla tecrîd û zextê bide
Bayik got, "Em aliyên wê yên siyasî deynin cihekî, li Îmraliyê sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê heye. Hikûmeta AKP’ê wekî dewletên faşîst bêyî ku bikevin nav fikaran zext û zordariyan pêk tîne." -
Polîsên Tirk êrîşî girseya gel a meşiya Sûrê kirin-HAT NÛKIRIN
Girseya gel a ji navçeya Amed Baglarê dixwaze bimeşe Sûrê, rastî êrîşa polîsan hat. Tevî êrîşê jî gel bi biryar e bimeşe. -
Welatparêzê Kurd Kalayci li Munchenê hat binçavkirin
Omer Kalayci, duh danê êvarê dema bi hevser û zarokê xwe re diçû malê, ji aliyê 3 polîsên sivîl ve bi gotina 'Li Tirkiyeyê biryara girtina te heye' hat binçavkirin. -
Kongreya Îslama Demokratîk: AKP êrîşî cihên pîroz ên Misilmanan dike
Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê, li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û êrîşên li hemberî cihên pîroz, daxuyaniyek da. -
Li Nisêbînê bîlançoya çar rojan: 5 sivîl hatin qetilkirin
Hêzên dewletê, di dema "qedexeyên derketina derve" de bi dijwarî êrîşî gel dikin. Di êrîşên 2 mehan de li Nisêbînê 16 sivîl hatin qetilkirin. Di nava çar rojên dawî de li navçeyê 5 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. -
Şemûn: Bi Kongreya Sûriyeya Demokratîk re em ê xwe bigihînin encamê
Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Semînan Şemûn, li ser Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji ANF'ê re axivî. -
Gelê Başûr: Li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk em ê bi her awayî li ber xwe bidin
Hatina leşkerên Tirk a Başûrê Kurdistanê li Kelarê bi meşekê hat protestokirin. Piştî meşa ji aliyê Tevgera Azad û Ciwanên Azad hate lidarxistin, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. -
KNK: Gelê Qendîlê ne bi tenê ye
Di van rojên ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye, heyeta KNK'ê gundên Qendîlê yên rastî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk hat, ziyaret kir. -
Kongreya Sûriyeya Demokratîk bi dawî bû
Kongreya ku tevahî çandên Sûriyeyê di nav xwe de dihewand a bi dirûşma, “Ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û azad” destpê kir, bi dawî bû. -
Li Colemêrgê 5 kes hatin binçavkirin
Tîmên taybet li taxa Gazî ya Colemêrgê avêtin ser malan, 5 kes binçav kirin. -
Li Meclîsa Sûriyeya Demokratîk belgeya mûtabaqata siyasî hat qebûlkirin
Di Kongreya ku di çarçoveya avakirina Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin û du rojan berdewam kir de, belgeya mûtabaqatê ya di asta hevpeymana siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, bi dengdayinê hat qebûlkirin. -
Polîsan rojnamevana DÎHA’yê Îrlan birîndar kir
Polîsan nûçegîhana DÎHA'yê Beritan Îrlan a ku dema li Amedê nûçe dişopand hedef girt û bi bombeya gazê ji piyê wê birîndar kir. -
Barzanî wê bi HDP’ê re hevdîtînê pêk bîne
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî yê hatibû Enqereyê, wê sibe bi Hevserokên HDP’ê re werin cem hev. -
Meclisa Sûriyeya Demokratîk wê ji 42 kesan pêk were
Di Kongreya Sûriyeya Demokratîk a ku li bajarê Dêrikê tê lidarxistin, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a ji 42 kesan pêk tê, wê bê avakirin. -
Li Surê 3 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan bi ser gelek malan de girt û 3 kes hatin binçav kirin. -
Ji HDP’ê têkildarî ziyareta Demîrtaş a ji bo Hewlêrê daxuyanî
Ji Nûnertiya Hewlêr a HDP’ê Şîlan Emînoglû diyar kir ku ziyareta Demîrtaş û Kurkçu ya ji bo Hewlêr bi awayekî li gor planan temam bû.