Şehîdên Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kesî ve tên oxirkirin
5 kesên li Nisêbînê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve, li ber dirûşmên "Tolhildan, tolhildan" tên oxirkirin.
5 kesên li Nisêbînê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve, li ber dirûşmên "Tolhildan, tolhildan" tên oxirkirin.
Cenazeyên Mehmet Emîn Înan, Cûdî Teber, Fehîme Akti, Mahsûm Akdogan û Hakan Dogan ên di nava 4 rojên "qedexeya derketina derve" ya pêncemîn a li Nisêbînê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, ji aliyê Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Mirovên Xizmên xwe Windakirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER) û malbatan ve hatin wergirtin û anîn Nisêbînê. Li ber Mala Serxweşiyê ya li Taxa Devrîm a li Qada Newrozê, girseya gel merasîmeke girseyî ji bo cenazeyan lidar xist. Bi deh hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de wêneyên Înan, Teber, Akti, Akdogan û Dogan ên jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Nisêbînê", "PKK gel e gel li vir e", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Darbestên ku bi rengên kesk sor û zer hatin xemilandin anîn mala serxweşiyê û li vê derê wecîbeyên olî bi cih hatin anîn. Bi deh hezaran welatiyên li merasîmê, li dijî komkujî û êrîşan dirûşmên "Tolhildan, tolhildan" qîriyan.
Hevseroka MEYA-DER'ê Semra Demîrel di merasîma li ber mala serxweşiyê de peyivî û anî ziman ku dewleta AKP'ê li dijî gelê Kurd şerekî gemarî dimeşîne. Demîrel bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ev 8 meh in nahêlin kesek biçe cem Rêberê me. Li hemberî gelê Kurd şer tê meşandin. Ji ber şehîdên xwe em xemgîn in, lê belê serê me bilind e. Yekane tişta dewleta Tirk li ser difikire, şer e. Di rojeva xwe de aştî û çareserî nîne. Yekane rojeva dewleta Tirk şer, tecrîd û tinekirin e. Mesele ne meseleya xendekan e. Mesele înkarkirin û tinekirina gelê Kurd e. Gelê Kurd, zarokên gelê Kurd qetil dike. Divê her kes xwe li gorî vê amade bike. Divê li hemberî vê kesek bêdeng nemîne. Em ê bi bilindkirina têkoşîna xwe re vî şerê gemarî bisekinînin. Divê dewleta Tirk tavilê tecrîdê rake. Yekane mûxatabê aştî û çareseriyê Birêz Ocalan e. Li dijî vî şerî em ê li dora Rêberê xwe û şehîdên xwe bicivin."
'ŞEHÎD ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ NE'
Ji malbata Fehîme Akti Kurdê Akti diyar kir ku ti êrîş û zilm wê wan ji rêya xwe venegerînin û got, "Em malbata şehîdan e. Apê min şehîd e. Birayê min şehîd e. Niha jî xwişka min şehîd ket. Hemû şehîd şehîdên me ne. Şehîd şehîdên gelê Kurdistanê ye. Em ê ji rêya xwe venegerin. Bila serê gelê Kurd sax be." Xwişka mezin a Fehîme Akti Selîme Akti jî komkujiyên dewletê şermezar kir û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.
Bavê Cûdî Teber ê hat qetilkirin Aydin Teber jî ragihand ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd şer dike û li ser Kurdan koçberiyê ferz dike. Teber got, "Em ê xaka xwe, cih û warên xwe neterikînin. Tên di mal de me qetil dikin. Cîhan li pêşberî vê zilmê bêdeng e. Bang li cîhanê dikim; hûn çima li pêşberî vê zilmê, vî şerî bêdeng in."
Piştî axaftinan girseya gel darbest hilgirtin ser milan û ber bi goristanê ve dest bi meşê kir. Cenaze wê li goristanên Hacilar û Ziyaretê bên veşartin.