Dayik Çûbûk: Çekwar ji aliyê rêveberiya dibistanê ve hedef hat nîşandan
Dayika Çekwar Çûbûk ê 15 salî yê li navçeya Amed Sûrê di 2'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin Netîce Çûbûk diyar kir, ku Çekwar ji aliyê midûr û alîkarê midûrê dibistanê ve hedef hatiye nîşandan.
MELEK YUKSEL
AMED / ANF
pêncşem, 10 berfanbarê 2015, 12:40
Dayika Çekwar Çûbûk ê 15 salî yê li navçeya Amed Sûrê di 2'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin Netîce Çûbûk diyar kir, ku Çekwar ji aliyê midûr û alîkarê midûrê dibistanê ve hedef hatiye nîşandan.
Li navçeya Amed Sûrê, ku hînê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û roj bi roj hejmara sivîlên lê tên qetilkirin zêde dibe, dîmenên Çekwar Çûbûk ê di 2'ê Kanûnê de hat qetilkirin ji aliyê JÎTEM'ê ve hat weşandin û Çekwar ê 15 salî ji aliyê dewletê ve weke 'terorîst' hat îlankirin. Dayika Çekwar Nêtîce Çûbûk qala kurê xwe kir û got, "Çekwar kurekî wêrek, rûnerm, li mirovan guhdarî dikir û rûken bû. Bi hevalên xwe û mirovên li derdorê re xweş li hev dikir. Ji aliyê her kesî ve gelekî dihat hezkirin."
HEVALÊN WÎ DIBISTANÊ BOYKOT DIKIN
Dayika Netîce diyar kir ku ji roja hatiye qetilkirin û vir ve hevalên Çekwar xwedî lê derdikevin û got, "Hevalên wî ji roja destpêkê ve bi me re ne. Tên vê derê û hewl didin ber dilê min xweş bikin. Ji min re dibêjin, 'xeman nexwe dayê, Çekwarek qetil kirin, lê li şûna wî hezar Çekwar afirîn'. Eşya û kincên Çekwar ji min dixwazin û bi vî rengî ew jî hewl didin bêhna xwe derxînin. Ev ciwan, ji roja Çekwar hatiye qetilklirin û vir ve li ser gora wî ne. Li dibistanê û gelek qadên jiyanê Çekwar bibîr tînin û ji bo wî çalakiyan lidar dixin. Ev hefteyeke naçin dibistanê, dibistanê boykot dikin."
'GOTINA WALÎ NE HÊJAYE TIŞTEKÎ, KURÊ MIN NE TERORÎST E'
Dayika Netîce nerazîbûn nîşanî Walîtiya Amedê û hêzên dewleta Tirk da ku kurê wê weke 'terorîst' pênase kirin û qala roja bûyerê kir: "Çekwar sibehê hişyar bû û mîna her rojê taştê xwar û çû dibistanê. Piştî dersa wî qediya vegeriya, kincê xwe guherand û derket derve. Lê careke din venegeriya. Min ji televîzyonê bihîst ku Çekwar hatiye qetilkirin. Min ji kincê wî kurê xwe nas kir, ku li erdê dirêjkirî bû. Kurê min qetil kirin, ev jî têra wan nekir rabûn gotin 'terorîst' e. Gotina Walî ne hêjaye tiştekî. Kurê min hînê 15 salî bû û ji aliyê her kesî ve dihat zanîn ku ew xwendekar bû."
ÇEKWAR JI ALIYÊ MIDÛRÊ DIBISTANÊ VE HEDEF HAT NÎŞANDAN
Dayik Netîce Çûbûk da xuyakirin ku sê roj beriya Çekwar bê qetilkirin, midûrê dibistanê û alîkarê midûr giliyê Çekwar li cem emniyetê kirin û got, "Sê roj beriya qetilkirina Çekwar, hevserê min li min geriya û got ku Çekwar li emniyetê ye. Ez matmayî mam. Yekser ji malê derketim. Çûm emniyetê û min li kurê xwe pirsî. Polîsekî ku ji vê pirsa min aciz bû, dengê xwe li min bilind kir û got, 'Çi bû? Netirse, me kurê te ne kuşt, me kurê te bi darve nekir'. Li ser vê yekê min jê re got, ti gunehê kurê min nîne, çima we ew aniye vê derê. Dûre Çekwar sewqî Şaxê Emniyetê yê Zarokan kirin. Li wir jî dema delîlek nedîtin, Çekwar serbest berdan. Piştî ku hat berdan me pirsî bê çima ew girtine binçavan. Polîsan ji me re gotin ku midûrê dibistanê û alîkarê midûr bi îdîaya 'di çentê wî de bombe heye' gilî kiriye, lewma hatiye binçavkirin."
Dayika Netîce ragihand ku alîkarê midûrê dibistanê bêyî destûrê ji Çekwar bixwaze ketiye nava çenteyê wî û got, "Alîkarê midûr çenteyê Çekwar vekiriye, dema tiştek nedît, çente valak kiriye. Di çenteyê xwendekarekî de ji bilî pênûs, pirtûk û lênûsê, çi dikare hebe? Dema Çekwar jê re gotiye 'Mamoste tu çima ketiye nava çentê min?' vê carê bi ser wî de kiriye qîreqîr, heqaret lê kiriye û jê re gotiye bêdeng be. Dûre bi îdîaya 'di çente de bombe heye' giliyê wî li cem emniyetê kiriye. Fêm nakim, gelo mamosteyek çawa dikare bi vî rengî nêzî xwendekarekî xwe bibe?"
'JI BO DÎTINA KUJERÊN ÇEKWAR ÇI PÊWÎST BE, EM Ê WÊ BIKIN'
Dayik Netîce Çûbûk diyar kir ku ji bo dîtina kujerên Çekwar ew ê serî li rêyên hiqûqî bidin û got, "Heta dawiyê em ê ji bo dîtin û darizandina kujerên kurê min, ya pêwîst çi be bikin. Di qetilkirina wî de, bi qasî kujeran sûcê rêveberiya dibistanê jî heye. Em ê dozê li wan jî vekin.
'BILA ÊDÎ ZAROK NEMIRIN'
Ev çend roj in ji bo rakirina dorpêçiya li Sûrê meş û çalakî tên lidarxistin. Îro jî polîsan êrîşî girseya gel a dixwest bimeşe Sûrê kirin. Armanca me ya yekane, pêşîgirtina li mirinan e. Em dixwazin êdî zarok nemirin. Êdî bes e, kezeba min şewitî, bila yên din neşewite."
'DIXWEST BIBE LÎSTIKVANEKÎ BASKETBOLÊ, LÊ NEHIŞTIN'
Xwişka mezin a Çekwar Hêlîn Çûbûk jî diyar kir ku Çekwar dixwest bibe lîstikvanekî basketbolê û got, "Çekwar hînê zarok bû, gelek tiştên ku bidîta û bijiya hebûn. Xeyala wî ya mezin, bûyîna lîstikvanekî basketbolê bû. Lê nehiştin. Rêveberiya dibistanê, birayê min hedef nîşan da. Ez ê jî bibim mamoste, lê belê ti carî bi vî rengî nêzî xwendekarên xwe nebim. Ez ê nifşekî xwedî wijdan mezin bikim. Ew nikarîbû bibe lîstikvanekî basketbolê, ez ê bibim mamosteyeke sporê û bi hezaran lîstikvanên basketbolê mezin bikim. Ev soza min ji bo Çekwar e."