Operasyon û bomberdûmanên artêşa Tirk didomin
Operasyon û êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên dewleta Tirk bê navber didomin. Li hember êrîşan bersivdayinên gerîlayên HPG/YJA Star pêk tên.
Operasyon û êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên dewleta Tirk bê navber didomin. Li hember êrîşan bersivdayinên gerîlayên HPG/YJA Star pêk tên.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 8’ê Kanûnê saet 09.30’an di navbera navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û gundê Dala ji aliyê gerîlayan li hember wesayîtek zirxî çalakî hat lidarxistin. HPG’ê destnîşan kir ku detayên çalakiya sabotajê ya ji bo bersivdayina zext û êrîşên şîdetê yên li dijî gel pêk tên, wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.
HPG’ê diyar kir ku 8’ê Kanûnê danê êvarî li herêma di navbera navçeyên Midyad, Mehsertê û Nisêbînê yên Mêrdînê, artêşa Tirk dest bi operasyonê kiriye, wiha berdewam kir: “9’ê Kanûnê saet 08.00’an li qada gundê Xirbê Sor ê girêdayî Nisêbînê di navbera hêzên me û artêşa TC de şerekî dem kurt derket. Her wiha saet 09.30’an li girê Boluk ê li qadê careke din şer qewimî. Di dema şer de 2 helîkopterên Kobra qada şer bomberdûman kir. Şer heta saetên êvarî bi navber berdewam kir.”
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
“9’ê Kanûnê danê sibehê li qada gundên Koçkan, Derûnê, Rasileynê û Magra yên di navbera navçeyên Hezro û Karazê yên girêdayî Amedê artêşa TC dest bi operasyonê kir. Operasyon danê êvarî bê encam vekişiya.
8’ê Kanûnê saet 06.30-09.00’an mintiqa Hêzil a girêdayî Kela Memê ya li navçeya Qileban a Şirnexê ji aliyê balafirên şer hat bomberdûmankirin, saet saet 16.00’an jî helîkopterên Kobra li vê herêmê dan.
Ji 6’ê Kanûnê ve li sînorê qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, artêşa TC yekîneyên veşartî di erazî de bi cih kiriye. Tevgera vê yekîneyê hê jî didome.
9’ê Kanûnê saet 07.00-08.30’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; qada Xeregol, 10’ê Kanûnê (îro) saet 07.30-08.00’an qereqola Êrîş; qûntarê girê Şehîd Newal û qada Dola Erbîş da ber obus û hawanan.
9’ê Kanûnê saet 21.00-22.00’an qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê; bejahiya Şehîd Rahîme da ber obus û hawanan.”
Têkîdarî tevgera hewayî jî HPG’ê ev agahî parve kir: “9-10’ê Kanûnê saet 15.30-04.30’an li ser herêma Metîna, saet 17.00-04.30’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 9’ê Kanûnê saet 14.00-14.30’an li ser xeta sînorê herêma Metîna tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky çêbû.”