Ji bo rakirina "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Amed Sûrê, parlamenterên HDP'yî yên bi Walî re hevdîtin kirin, ji ber ku bersiveke erênî negirtin li Walîtiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp, piştî ku li hemberî "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê li Edliyeya Amedê gilî kirin, çûn Walîtiya Amedê û bi Walî re hevdîtin kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca da xuyakirin ku li ser rakirina qedexeyê Walî ji wan re tiştek negotiye û ji ber bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn, wan li Walîtiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Ûca destnîşan kir, ku divê qedexe û dorpêçiya li Sûrê tavilê bê rakirin.
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Feleknas Ûca çalakiya xwe ya rûniştinê li Walîtiyê didomînin.