Li Colemêrgê 5 kes hatin binçavkirin

Tîmên taybet li taxa Gazî ya Colemêrgê avêtin ser malan, 5 kes binçav kirin.

Tîmên taybet li taxa Gazî ya Colemêrgê avêtin ser malan, 5 kes binçav kirin.

Tîmên taybet taxa Gazî dorpêç kirin, bi sedema ku “ îxbar” heye di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirin. 

Di serdegirtina malên Şêhmûs Orman û Husnu Şahîn de, Şehmûs Orman, Dogan Orman, Berxudan Orman, Dilovan Şahîn û Fatîh Şahîn hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de mal hatin lêgerîn, kefî û kovarên di malan de hatin desteserkirin. 

Hat diyarkirin ku, dayikên kesên hatine binçavkirin jî bi wan re birine. Li gorî agahiyên hatin girtin, beriya serdegirtina malan, dengê çekan hatiye. 

Kesên hatin girtin birin Şaxa TEM’ê ya Colemêrgê.