Bayik: AKP wê berdêla tecrîd û zextê bide

Bayik got, "Em aliyên wê yên siyasî deynin cihekî, li Îmraliyê sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê heye. Hikûmeta AKP’ê wekî dewletên faşîst bêyî ku bikevin nav fikaran zext û zordariyan pêk tîne."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û konsepta tinekirinê ya dewleta Tirk.

Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:

"Dewleta tirk li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke ku di cîhanê de mînakên wê nehatiye dîtin dimeşîne. Ne qanûnên navneteweyî pêk tîne û ne jî qanûnên xwe pêk tîne. Em aliyê siyasî bihêlin aliyekî li Îmraliyê sûcekî mezin yê mirovahî pêk tê. Hikûmeta AKP’ê wekî dewletên faşîst bêyî ku bikevin nav fikaran zext û zordariyan pêk tîne. Di warê siyasî de ev tecrîd û şerê psîkolojîk rasterast li ser gel tê meşandin. Hesasiyeta gelê kurd ya ji bo Rêberê Gelê Kurd tê zanîn û ligel vê yekê tecrîd û şerê psîkolojîk tê meşandin. Çawa ku dixwazin li Nisêbîn, Gever û hemû Kurdistanê bi zext, zilm û qetlîaman îradeya kurdan bişkînin, dixwazin bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin ve îradeya gelê kurd bişkînin. Li hemberî rêberê gelekî meşandina şerê psîkolojîk tê wateya êrîşên têkbirina psîkolojiya wî gelî ye.

Gelê kurd li hemberî tecrîd û zextên ku li ser Rêber Apo tên meşandin pir bi hêrs e. Divê ti kes li bendê nebe ku wê gelê kurd li hemberî van zextan bêdeng bimînin. Gelê kurd van êrîşan tenê wekî êrîşên li hemberî xwe nabînin; wekî êrîşên li hemberî paşeroj û pêşeroja xwe dibînin. Ji ber vê yekê li hemberî tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin wê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Eger AKP bifikire wê gelê kurd, jinên kurd, ciwanên kurd li hemberî vê tecrîd û zextan bêdeng bimînin, wê xwe bixapîne. Divê hikûmeta AKP’ê bîne ber çavê xwe ku gelê kurd, jin û ciwanên kurd di sala 1999’an de li hemberî komployê çawa nerazîbûn nîşan dan û divê bizanibin ku wê berdêla vê tecrîdê û zextan bidin.

Ciwan jî, jin jî fedaiyên Rêbertiyê ne. Lazim e her kes vê bizanibe. Ev gel tehemulî her tiştî dike, lê tehemulî zextên li hemberî rêberê xwe nake. Ji xwe rêgeza herî bingehîn ya jiyanê ‘Bêyî Rêbertî Teqez Nabe’ ye. Gelê kurd wê teqez bedêla tecrîda giran ku li ser Rêbertiyê tê meşandin ji hikûmeta AKP’ê bidin dayîn. Ji bo bertekê nîşanî tecrîdê bidin û azadiya Rêber Apo bixwazin çalakiyan ji nû ve destpê kirin. Dibe ku di her du pêvajoyên hilbijartinê de rojev hinekî hatibe guhertin; lê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi tu awayî nehat qebûlkirin. Niha jî tê nîşandin ku qebûl nakin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurdistanê, li Tirkiye û Ewropayê çalakiyên xwedîderketina Rêber Apo girîng in. Ev çalakî nêzîkatiyên li hemberî Rêber Apo hişyariyên girîng in. Yên ku vê hişyariyê fêm nakin wê bi tofanê re rûbirû bimînin.

Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e û azadiya gelê kurd azadiya Rêber Apo ye. Heta ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn neyê meşandin azadî û jiyana demokratîk ya gelê kurd pêk nayê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo tên lidarxistin û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin zêdetir bibin.

Di esasê xwe de her kurdek di vê mijarê de şervanê tolhildanê ne. An jî divê bidin nîşandin ku li hemberî zextên ku li ser Rêber Apo tên meşandin, wisa bibin. Têkiliya navbera Rêber Apo û gelê kurd têkiliyeke taybet e. Ji têkiliya bi rêxistinê re cudatir e. Ji ber vê yekê gelê kurd, ciwan û jinên kurd bêyî ku ji daxuyaniyên rêxistinê binêrin, dikarin ji bo azadiya Rêbertî her cure çalakiyan li dar bixin. Eger mijar Rêbertî be, PKK jî nikare ji gelê kurd, jinên kurd û ciwanên kurd re bibêje wiha bike. Têkiliya navbera Rêber Apo û gelê kurd têkiliyeke taybet e. Ev Rêbertî ji têkiliya xwe ya bi rêxistinê re wêdetir, rêbere gelekî ye.  An jî têkiliya navbera Rêbertî û gel têkiliyeke wisa ye ku navbeynkaran naxwaze. Heta piraniya gelê kurd bi rêya Rêbertiyê bi PKK’ê re têkildar in. Bi kurtasî di navbera gelê kurd û Rêberê Gel de wekî din navbeynkar û têkilî nîn in. Ji ber vê yekê PKK nebêje jî ev gel wê li Rêbertiya xwe xwedî derkeve. Mînaka vê ya herî şênber jî helwesta gel a sala 1999’an e. Di sala 1999’an de gel bi xwedîderketina Rêbertiya xwe helwesteke ji PKK’ê pêşdetir nîşan da. Dîrok şahidê vê yekê ye.

Gelê me ji nû ve çalakiyên xwedîderketina Rêber Apo dan destpêkirin û divê van çalakiyan bidomînin. Heta ji bo van çalakiyan watedartir bikin dikarin çalakiyên berxwedana xwerêvebirinê û van çalakiyan bikin yek. Projeya xweseriya demokratîk projeya Rêber Apo ye. Di vê çarçoveyê de projeya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê kesên ku li qadên xwerêvebirinê li ber xwe didin tenê ji bo gelê kurd û Rêber Apo li ber xwe nadin, ji bo gelên Tirkiyeyê jî li ber xwe didin.

Rêya herî watedar ya xwedîderketina li Rêber Apo, li xwedîderketina berxwedanên xwerêvebirinê û piştgirîdayîna van berxwedanan e. Divê berxwedana xwedîderketina li Rêber Apo û berxwedanên xwerêvebirinê bigihînin hev û pêşdetir bibin. Em giraniya tecrîda li ser Rêber Apo, di êrîşên li hemberî xwerêveberiyan de dibînin. Lazim e çalakiyên li xwedîderketina li Rêber Apo û berxwedanên xweseriyan pasîf nebin. Gerek çalakî bi çend meşan neyê sînorkirin, bênavber berdewam bikin. Êrîş çiqas zêde bibin, divê berxwedan ji êrîşan bi bandortir bibin.

Hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya siyasî daye destpêkirin. Ev jî tasfiyekirina gel û Tevgera Azadiyê ye. Divê herkes vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwestê nîşan bidin û çalakiyên xwe li dar bixin. Dema rewşek biguhere, mayîna wekî berê, bi rêbazên berê lidarxistina çalakiyan; tê wateya bêtesîrî û tasfiyeyê."