BI DÎMEN

Gelê Başûr: Li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk em ê bi her awayî li ber xwe bidin

Hatina leşkerên Tirk a Başûrê Kurdistanê li Kelarê bi meşekê hat protestokirin. Piştî meşa ji aliyê Tevgera Azad û Ciwanên Azad hate lidarxistin, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Hatina leşkerên Tirk a Başûrê Kurdistanê li Kelarê bi meşekê hat protestokirin. Piştî meşa ji aliyê Tevgera Azad û Ciwanên Azad hate lidarxistin, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya Tevgera Azad Şîlan Şakir axivî, got leşkerên Tirk li Kurdistanê hêzeke dagirker in, wiha berdewam kir, “Kesên duh digotin Kobanê hema hema ket, tenê ji bo dagirkirinê wê dikevin Kurdistanê” û xwest ku gel li hember vê rewşê bê deng nemîne.

‘BI DEREWA WÊ MÛSILÊ RIZGAR BIKIN NIKARIN KESÎ BIXAPÎNIN’

Şakir xwest gel li her derê li hember dagirkeriyê bertekên xwe nîşan bidin, got pêwîst e xwedî li xeyalên şehîdên gelê Başûrê Kurdistanê yê bi dehan salane bi şer dijîn bê derketin.Şakir axaftina xwe wiha domand: “Li Başûr ji her malê şehîd hene. Em xwedî li xwîn û xeyalên şehîdên xwe derkevin. Her çiqasî hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê hilweşiyabe jî, divê gelê leheng ê Germiyanê li hember vê rabe ser piyan û dakeve qadan. Zîhniyeta ku dibêje leşkerên Tirk ji bo parastina Mûsilê hatine zîhniyeteke derewkar û sextekar e.” Şakir li hember kesên îdîa dikin ku leşkerên Tirk ji bo rizgarkirina Mûsilê hatine ev bersiv da: “Li bendê nemînin ku em bi vê derewa we bawer bikin. Dema DAIŞ’ê, jinên Êzîdî li bazarên koleyan ên Mûsilê difirotin hûn li ku derê bûn? Niha bi kîjan rûyî hûn ji bo rizgarkirina Mûsilê behsa perwerdeyê, operasyonê dikin?”

NE DEMA TIRSÊ YE, DEM DEMA YEKBÛYÎNÊ Û HELWEST DIYARKIRINÊ YE

Şakir di axaftinên xwe de helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya di dema 2008’an operasyona Zapê ya li dijî dewleta Tirk jî bi bîr xist, wiha got: “Her çawa gelê me di operasyona Zapê li hember tankên Tirk bedena xwe kir mertal, pêwîst e îro jî xwedî heman helwestê be. Divê em bizanibin ku tenê bi vê helwestê wê dagirkerî vala derkeve.”

Hevseroka Tevgera Azadî Şakir Şîlan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide di sê merheleyan de têkoşîna azadiya gelê Kurd tesfiye bike û wiha rêz kir: “Gava yekemîn pêkanîna tecrîdê ya li ser Rêbertiya me ye, piştre xwest HDP’ê tesfiye bike, merheleya herî dawî jî di şexsê Kobanê de bi şkandina hêza berxwedana gelê Kurd hedef kir ku tevahî têkoşînê tesfiye bike.”

Herî dawî Şakîr wiha got: “Îro ne dema tirsê, pasîfbûnê, li pişt mayinê ye. Em baş dizanin ku bê ka leşkerên Tirk ji ber çi hatine Mûsilê. Bila kes hewl nede ku henekên xwe bi me bike, bixapîne. Nikarin vê bikin. Em wek Tevgera Azadî wê bibe sedema çi bila bibe, em ê dagirkirina leşkerên Tirk bisekinînin. Ji bo vê jî bi rêbazên siyasî dibe, aborî dibe, leşkerî dibe, êdî çi rêbaz pêwîst be em ê bikar bînin û li hember dagirkirina Tirk têkoşîna xwe bidomînin.”

ÎRO BÛ MÛSIL BILA SIBÊ NEBE GERMIYAN

Li ser navê Ciwanên Azad Perwer Refet Sidiq jî got, ji ketina axa pîroz a Başûrê Kurdistan a leşkerên Tirk hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirs e û wiha axivî: “Îro hikûmet li hember dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê deng dimîne. Heta bi xwe jî li hêza dagirker dawet dike. Wek ciwanên Kelarê heta dawiyê em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Eger em vê nekin, divê em bizanibin ku îro yên hatin Mûsilê wê sibê derbasî herêma Germiyanê bibin, jê û şûn de wê bajarên me yên cuda bidin ber çavên xwe.”

...