Li Meclîsa Sûriyeya Demokratîk belgeya mûtabaqata siyasî hat qebûlkirin

Di Kongreya ku di çarçoveya avakirina Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin û du rojan berdewam kir de, belgeya mûtabaqatê ya di asta hevpeymana siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, bi dengdayinê hat qebûlkirin.

Di Kongreya ku di çarçoveya avakirina Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin û du rojan berdewam kir de, belgeya mûtabaqatê ya di asta hevpeymana siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, bi dengdayinê hat qebûlkirin

Di Kongreya Sûriyeya Demokratîk piştî Meclîsa ji 42 kesên ku ji komên muxalifên Sûriyeyî pêk hat de belgeya mûtabaqata siyasî ya beşdarvan û hevbiran jî hat diyarkirin.

Di hevpeymanê de ev biryar hatin girtin; li Sûriyeyê li ser esasê avakirina sîstemek demokratîk û pirdengî ya bê navend ve bidawîkirina rejîma BAAS’ê ya despotîk, li dijî pêkanînên her cure qirkirinên çandî û komên terorîst ên di bin navên cuda de tevdigerin têkoşîn, esasgirtina azadiya civaka li ser bingehê pîvanên xeta azadiya jinê, ciwan wek hêza pêşeng a dînamîk a civakê dîtin.