Ji HDP’ê têkildarî ziyareta Demîrtaş a ji bo Hewlêrê daxuyanî

Ji Nûnertiya Hewlêr a HDP’ê Şîlan Emînoglû diyar kir ku ziyareta Demîrtaş û Kurkçu ya ji bo Hewlêr bi awayekî li gor planan temam bû.

Nûnertiya Hewlêr a HDP’ê, têkildarî ziyareta Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevberdevkê HDK’ê û Parlementerê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu nûçeyên ku ji ber bomberdûmankirina Qendîlê ziyareta xwe di nîvî de hiştiye û vegeriyaye Tirkiye derewand. 

Ji Nûnertiya Hewlêr a HDP’ê Şîlan Emînoglû diyar kir ku ziyareta Demîrtaş û Kurkçu ya ji bo Hewlêr bi awayekî li gor planan temam bû. 

Emînoglû destnîşan kir ku nuçeyên di gelek malperên li Başurê Kurdistanê hatine weşandin ên ku dibêjin ‘ Ji bo bi Barzanî re hevdîtinê pêk bînin, ziyareta xwe di nîvî de hiştin’ ji rastiyê dûr in û derew in. Emînoglû wiha got: “ Bernameya Birêz Selahattîn Demîrtaş û Birêz Mesût Barzanî jî diyar bû. Eger di bernameya Hevserokê me de hevdîtina bi Birêz Barzanî re hevdîtinê hebûya, an ne dihat Başûr, an jî li vir hevdîtin wê pêk baniya. Ev îdîa hemû ne rast in.”

Şîlan Emînoglu bal kişand ku nûçeyên di çapemeniya Tirkiyeyê de ‘Ji ber Qendîl hate bomberankirin bernameya xwe di nîvî de hişt’ ti nêzîkatiya wan nûçeyan bi rastiyê re tineye. Emînoglû ragihand ku Birêz Demîrtaş û Kurkçu bernameya xwe temam kir û wiha got: “ Tiştek di nîvî de mayî tineye. Hevserokê me yê Giştî û Birêz Kurkçu, di çarçoveya Kongreya HDP’ê de bi Nûnertiya me re nêrîn û pêşniyar parve kirin. Hervdîtinên pêwîst pêk anîn û vegeriyan.”