Li Nisêbînê bîlançoya çar rojan: 5 sivîl hatin qetilkirin

Hêzên dewletê, di dema "qedexeyên derketina derve" de bi dijwarî êrîşî gel dikin. Di êrîşên 2 mehan de li Nisêbînê 16 sivîl hatin qetilkirin. Di nava çar rojên dawî de li navçeyê 5 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Hêzên dewletê, di dema "qedexeyên derketina derve" de bi dijwarî êrîşî gel dikin. Di êrîşên 2 mehan de li Nisêbînê 16 sivîl hatin qetilkirin. Di nava çar rojên dawî de li navçeyê 5 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, "qedexeya derketina derve" ya ku cara pêncemîn hat îlankirin, di encama berxwedana gel de piştî çar rojan hat rakirin.

BÎLANÇOYA ÇAR ROJAN

Bîlançoya êrîşên çar rojên dawî yên li Nisêbînê bi vî rengî ye:

*Roja 6'ê Kanûnê ji saet 07:00 û pê ve li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê derketina derve 'hat qedexekirin'. Û bi qedexeyê re êrîşên li hemberî welatiyên li ber xwe didin, destpê kirin.

*Polîsên Tirk ên li Kolana Çaxçax a navbera her çar taxan de ye bi cih bûn, bi qedexeyê re ji maşînên zirxî gule li taxan reşandin.

*Di van êrîşan de Mehmet Emîn Înan ê 55 salî yê li Taxa Dîcleyê, bû hedefa guleyên polîsan, jiyana xwe ji dest da. Sivîlên bi navê Rabîa Taylan (49), Ahmet Çetînkaya (51), Alî Yuce (36), Delal Çîftçî (15) û Cûdî Teber (23) ên bi hawara wî ve çûn, ji ber guleyên polîsan birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Lê ji birîndaran Cûdî Teber ê rewşa wî giran bû, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.

*Li Kolana Kanarya ya Taxa Abdulkadîrpaşa, di dema derbasbûna maşîna zirxî ya bi navê 'Ejder' tê pênasekirin de teqîneke dijwar rû da. Di encama teqînê de maşîna zirxî ket rewşeke nema karibe bê bikaranîn û 6 polîsên tevgera taybet ên Tirk bi giranî birîndar bûn.

*Di roja 2. a "qedexeya derketina derve" de li Kolana Kanal a taxa Firatê, ciwanê bi navê Mahsûm Akdogan (19) ji ber guleya ji maşîna zirxî ya teqandin, ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Akdogan ê rakirin nexweşxaneyê, li vir jiyana xwe ji dest da.

*Di roja 2. a qedexeyê de, li Kolana Tûnç a Taxa Dîcleyê, Fehîme Akti (56) a derket ber deriyê xwe, ji ber guleya ji maşîna zirxî hat teqandin, ku li sînga wê ket, jiyana xwe ji dest da.

*Li Kolana Altay a li Taxa Firatê, zarokê bi navê M.A. ê 12 salî yê li derve dilîst, bi guleya polîsan ji milê xwe yê çepê birîndar bû.

*Li taxa Yenîşehîrê, jina bi navê Emîne Kayran a ji bo saxkirina çêlekê xwe ji malê derket hewşê, bi guleya polîsan li qorika xwe birîndar bû. Kayran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

*Di roja 3. a "qedexeya derketina derve" de li Kolana Dîlek a Taxa Abdulkadîrpaşa, Hakan Dogan ê 15 salî yê li ber deriyê mala xwe dilîst, bi guleya polîsan a li serî ketî, jiyana xwe ji dest da.

*Di roja 4. a qedexeyê de dengê çekan ji taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê kêm nebû. Welatiyan jî bi çalakiyên derxistina deng û bi meşan êrîş protesto kirin."