Meclisa Sûriyeya Demokratîk wê ji 42 kesan pêk were
Di Kongreya Sûriyeya Demokratîk a ku li bajarê Dêrikê tê lidarxistin, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a ji 42 kesan pêk tê, wê bê avakirin.

Li gor agahiyên ji Kongreyê hatin ragihand, 42 kursiyên li Meclîsê, li komên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe yên beşdar bûne belav dibe.
Kursiyên Meclîsê yên li komên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe yên beşdar bûne belav dibin, wiha ne:
Nûnerek ji Şepêla Genim, 2 Nûner ji Koma Ehidê Rûmet û Mafnasiyê, 13 Nûner ji Partiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, 3 Nûner ji Koma Partiyên Lêvegera Siyasî, 3 Nûner ji Kalisyona Niştîmanî Kurdî Sûrî, 2 Nûner ji Meclîsên Herêma El-Şehba, Nûnerek ji pêkhateya Tirkmen, Nûnerek ji pêkhateya Asûrî, Nûnerek ji pêkhateya Suryan, Nûnerek ji pêkhateya Ereb, Nûnerek ji pêkhateya Êzîdî, Nûnerek ji Ciwanan, Nûnerek ji partiya Nûjen a Demokratîk, Nûnerek ji Partiya Baas a Demokratîk Sosyalîst a Sûriyeyê, Nûnerek ji Êlên Ereb, Nûnerek ji Êlên Kurd, Nûnerek ji Çiyayê Ereban, Nûnerek ji Koma Niştîmanî Sûrî û 5 Nûnerên serbixwe.
Li gor agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin ji bo kesayetên serbixwe 5 kursî hatine veqetandin û ew ê di nava xwe de nûnerên xwe diyar bikin.
Her wiha agahiyan ji herêmê destnîşan kir ku wê di saetên pêş de derbarê encama kongreyê de civîneke çapemeniyê bê li dar xistin.