Barzanî wê bi HDP’ê re hevdîtînê pêk bîne
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî yê hatibû Enqereyê, wê sibe bi Hevserokên HDP’ê re werin cem hev.
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî yê hatibû Enqereyê, wê sibe bi Hevserokên HDP’ê re werin cem hev.
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî yê hatibû Enqereyê, wê sibe bi Hevserokên HDP’ê re werin cem hev.
Bi şandina leşkerên Tirk a herêma Başîka ya girêdayî Mûsilê, krîza di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kûr dibe, Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Mesûd Barzanî yê hatibû Enqereyê, wê sibe bi Hevserokên HDP’ê re hevdîtinê pêk bîne. Detayên civînê hê nediyar in.
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Enqereyê Omer Mîranî diyar kir ku, HDP daxwaz kiriye ku bi Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne û wiha got: “ Hinek komên Kurd ên din ji bo li bi Barzanî re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin. Lê wê kengî hevdîtin pêk were, têkildarî wê ti tişek nehatiye gotin.”
ROJEVA YEKEM, TÊKILDARÎ HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK IN
Di hevdîtinê de, tê payîn ku rojeva yekem hebûnaa leşkerên Tirk ên li Mûsilê be. Her wiha, êrîşên hewayî yên ji 24’ê Tirmehê ve li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin jî wê di rojevê de be. HDP’e , ji bo her du pirsgirêkên Kurd bi rêyên siyasî bên çareserkirin, wê bîne bîra Barzanî.
Barzanî saetên danê nîvro gihişt Enqereyê, rawestana wî ya yekem avahiya MÎT’ê bû. Barzanî ji aliyê Musteşarê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû hat pêşwazîkirin, bi Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî.
Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên xwe de wê li cem Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû re hevdîtinekê pêk bîne.