KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hêzên dewletê Mizgefta Kûrşûnlu dişewitînin!
Polîsên Tirk êrîşî Mizgefta Kûrşûnlû ku yek ji dewlemendiyên dîrokî û çandî yên Amedê ye, kirin. -
Alpdogan ê bi guleya tîmên taybet birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Mahsûm Alpdogan ê li Nisêbînê di êrîşa çekdarî ya tîmên tevgera taybet ên Tirk de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Nisebînê ciwanekî din bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bû!
Li Nisêbînê, ji ber êrîşa polîsan ciwanek ji zikê xwe birîndar bû. Berxwedana gel jî dewam dike. -
Heyeta KNK'ê: Ji bo çareseriya li Xûrmatû divê her kes bi berpirsyarî rabe
Ji bo lêkolînkirina şerê li Xûrmatû di meha Mijdarê de qewimî, KNK'ê duh heyetek şand herêmê. -
Hevserokên DBP'ê yên Erzîromê hatin binçavkirin
Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Erzîromê Mizgîn Sayan Aksoy û Bîlal Yaprak hatin binçavkirin. -
Teber ê bi guleya hêzên dewletê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Cûdî Teber ê li Nisêbînê ji ber êrîşa çekdarî ya hêzên dewletê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
YPJ-Şengal: Xeyalên Bêrîvanan neqşa rêya me ye
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ-Şengal) bi daxuyaniyekê gerîlaya YJA Starê Dunay Zat Seîd Hesen (Bêrîvan Şengal) a di meha Mijdarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî. -
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin
Li bajarên Elmanya Mannheîm, Freîbûrg û Stûtgartê û li bajarê Fransa Marsîlyayê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi şevên girseyî hat pîrozkirin. -
Fermandar Adil û Gulbihar li herêmên gerîla hatin bîranîn
Ji Fermandarên HPG'ê Ramazan Aybî (Adil) û ji Fermandarên YJA Starê Selma Kaya (Gulbihar Gulhat) ên di 4'ê Mijdara 2007'an de li Gabarê jiyana xwe ji dest dan, li herêmên gerîla hatin bîranîn. -
Ji Taxa Berçelan a Colemêrgê dengê çekan tê
Tîmên taybet ên Taxa Berçelan a Colemêrgê dorpêç kirine, kesên di rê re derbas dibin kontrol dikin, ji taxê jî dengê çekan tê. -
YPG’ê bîlançoya şerê meha Mijdarê aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê meha Mijdara 2015’an aşkera kir. YPG’ê diyar kir di meha Mijdarê de 44 çete hatine kuştin û 2 çete jî dîl hatine girtin -
Înanê jiyana xwe jidestdayî û birîndar rakirin nexweşxaneyê
Li Nisêbînê Mehmet Înanê di encama gulebarana ji wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da û yek jê giran 5 birîndar ji ber sedema êrîşên giran, piştî çend saetan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. -
YPG: Wesayîtek çeteyan hate rûxandin, 2 jî hatin derbkirin
YPG’ê diyar kir ku di operesyona li başûrê Cereblusê de wesayîtek çeteyan tevî çek û cebilxaniyên tê de hatiye rûxandin, 2 jî hatin derbkirin. -
Nasnameya gerîlayekî hate aşkerakirin
HPG’ê nasnameya gerîlayekî dema li Cizîrê diçû wezîfeyê di şerê qewimî de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. HPG’ê wiha got: “Biryarbûna têkoşînê, meşa bi îdîa ya hevalê Erdal wê di pêvajoya nû de bibe soz û çalakiya meşa me ya bi azîm.” -
Li Hesekê kesên Hişin Reşo kuştin hatin darizandin
Li Hesekê kesên ku Endamê Meclîsa Xwişk û Biratiya Gelan a Hesekê Hişin Reşo kuştin cezayên girtîgehê xwarin. -
Polîsan 2 kes qetil kirin
Li Nisêbînê ji 3 welatiyên ku ji wesayita zirxî hatibûn gulebarankirin, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Egîd: Artêşa Tirk li ser banga hikûmeta herêmê ketiye Mûsilê
Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Demhat Egîd diyar kir ku artêşa Tirk bi armanca xwe dagirkirinê ketiye nava Mûsilê û got, "Eger ev yek gefê li berjewendiyên Kurdistanê bixwe, em ê bersivê bidin." -
Girseya gel a xwest bimeşe Sûrê rastî êrîşa polîsan hat-HAT NÛKIRIN I
Girseya gel a ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên dewleta Tirk xwest bimeşe navçeya Sûrê, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseya ku çalakiya rûniştinê pêk anî û hewl da bi rêyên cuda xwe bigihîne Sûrê, vê carê rastî êrîşa polîsan hat. -
KNK: Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve
KNK'ê, bicihbûna leşkerên Tirk li Mûsilê weke dagirkirina Başûrê Kurdistanê û binpêkirina qanûnên navneteweyî pênase kir û got, "Divê Tirkiye bi lez ji Başûrê Kurdistanê derkeve." KNK'ê li dijî vê dagirkeriyê banga têkoşînê li gelê Kurdistanê kir. -
'Kalên Noel' ên Kurd bal kişandin ser Rojava
Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser Rojavayê Kurdistanê û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê bînin ziman, li Frankfûrtê çalakiyeke balkêş lidar xistin. -
Hamama Paşa ya dîrokî ya li Sûrê dişewite
Li Sûrê, ji ber guleyên tîmên tevgera taybet, Hamama Paşa ya dîrokî dişewite. -
Farqîn bi hevkariya gel û şaredariyê re ji nû ve tê avakirin
Navçeya Amed Farqînê, ku 6 caran derketina derve lê hat qedexekirin û ji ber êrîşên dewletê zerareke mezin dît, bi hevkariya gel û şaredariyê re ji nû ve tê avakirin. -
Polîsan li Nisêbînê 3 kes birîndar kirin
Li taxa Dîcle ya Nisêbînê, polîsên ku ji wesayîta zirxî gule berdan, 3 kes birîndar kirin. -
Çete bi topan êrîşî Şêxmeqsûd dikin
Çete bi topên hawan û dojehê êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî di cih de bersivê didin êrîşên çeteyan. -
Qedexeya li Lice û Hezroyê hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya li 12 taxên Lice û Hezroyê duh hat ragihandin, îro rabû.