Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, polis û tîmên taybet li taxa Dîcle dest bi êrîşan kir, di encama êrîşan de ji 2 kesên ku jiyana xwe jidestdayî, Mehmet Emîn Înan (55) û ji 5 birîndaran ku yek jê zarok e,rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê. Demek dirêj cenazeyê Înan û birîndaran li kolana Ziyat li benda girtinê man, piştî saetan ambûlansa hatî herêmê rakir nexweşxaneyê.
Cenazeyê Înan ê di encama gulebarana ji wesayîta zirxî ya Kobra jiyana xwe ji dest da, li morga nexweşxaneyê tê ragirtin, birîndarên bi navê Rabîa Taylan (49), Ahmet Çetîn Kaya (51), Alî Yûce( 36), Delal Çîftçî ( 15) û Cûdî Teber (13) jî li nexweşxanê tên tedawîkirin.
Ji birîndaran Teber, ê 13 salî ku birîna wî giran e, piştî mudaxeleya despêkê sewqî Mêrdînê kirin.