BI DÎMEN

Egîd: Artêşa Tirk li ser banga hikûmeta herêmê ketiye Mûsilê

Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Demhat Egîd diyar kir ku artêşa Tirk bi armanca xwe dagirkirinê ketiye nava Mûsilê û got, "Eger ev yek gefê li berjewendiyên Kurdistanê bixwe, em ê bersivê bidin."

Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Demhat Egîd diyar kir ku artêşa Tirk li ser bangawaziya hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiye nava Mûsilê û armanca xwe dagirkirin e. Egîd destnîşan kir, ku eger ev yek gefê li berjewendiyên Kurdistanê bixwe, ew ê bersivê bidin.

Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Demhat Egîd di bernameyek Radyoya Dengê Kurdistanê de li ser hebûna hêzên artêşa Tirk li Mûsilê, bersiv da pirsên rojnamevan Necîbe Qeredaxî.

Egîd diyar kir ku hatina dewleta Tirk a nava xaka Iraqê, bi niyeteke baş nîne û got,"Her çiqas dibêjin ku ji bo şerê li hemberî DAIŞ'ê ye, lê plan cuda ye. Di vir de planeke nebaş heye. Ji ber ku ne mumkin e ku Tirkiye li vê derê şerê li dijî DAIŞ'ê bike."

Egîd daxuyaniyên hin hêzan ku hebûna gerîlayan li Başûrê Kurdistanê weke dagirkeriyê dinirxînin bibîr xist û destnîşan kir, ku vexwendina artêşa Tirk ji bo xaka Kurdistanê, niyeta van hêzan careke din raxistiye pêş çavan.

Egîd got, "Hêzên ku hebûna PKK'ê weke dagirkeriyê bi nav dikirin, bi vê bûyerê re diyar bû ku dikarin bi hêsanî pêşî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li nava xaka Iraqê vekin. Bêguman eger ev rewş gefê li berjewendiyên Kurd û Kurdistanê bixwe, em jî mecbûrin bersiva vî tiştî bidin."

Egîd ev xal destnîşan kir:

"Artêşa Tirk rasterast bi bangawaziya hikûmeta herêmê hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk bê bangawazî nikare were. Lê belê divê baş were zanîn ku dewleta Tirk zêdeyî 20 sal in xwe li herêmên Bawernê û Şeladizê yên Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Eger Tirkiye bi zêdehe ewqas mezin ketibe nava xaka Iraqê, careke din ne mumkin e ku bi hêsanî ji nava xaka Mûsilê bê derxistin. Armanca dewleta Tirk dagirkirin e, mewzî qezenckirin e. Di heman demê de dixwaze destketiyên gelê Kurd binpê bike. Hem li aliyê Iraqê hem jî Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li dijî PKK'ê."